Zanyarê Siyasî M. Zahîr Saritaş, ji ANF’ê re axivî û serdana Komîsyona Meclîsê ya li Îmraliyê wekî “avakirina çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd wekî polîtîkayeke dewletê ya derveyî partiyan” nirxand.
Saritaş, destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re pêşketineke dîrokî û girîng e û got ku cara ewil e Rêber Apo ji hêla Meclîsê ve wekî “muxatabek siyasî ya fermî û rewa” tê dîtin. Saritaş got, “Ev pir girîng e ji ber ku nîşan dide dewlet vê pêvajoyê ji berê cidîtir digire dest.”
GER CHP JÎ HEBA DÊ BAŞTIR BIBA
Sarıtaş, diyar kir ku tevlîbûna CHP’ê di Komîsyonê de dê pêvajoyê xurt bike û got ku divê pirsgirêka Kurd ji fikarên siyasî û hesabên desthilatdariyê dûr were destgirtin û got, “Ji ber ev pirsgirêk, pirsgirêkek ku ji partiyan wêdetir e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û berdewamkirina pêvajoyê, divê hemû partiyên siyasî û civak berpirsyarî bigirin. Divê CHP dawî li nîqaşên ku endam nedane komîsyonê ku biçin Îmraliyê bîne û bi rengekî zelal piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê bîne ziman.”
YA GIRÎNG BERPIRSIYARÎ YE
Saritaş, diyar kir ku gotinên ku desthilatdariya berê tawanbar dikin, îro çareseriyê bi xwe re nayîne û got, “Ya girîng ew e ku ji bo pêvajo bi encam bibe berpirsyarî wergirtine.” Sariştaş, her wiha rexne li “polemîka celadê” ya di navbera Ozgur Ozel û Serokkomar de kir û got, “Herdu jî di gotinên xwe de rast in. Wan ji gotina xwe bêtir kirin. Îro derbirîna van sûcdariyan dê zirarê bide pêvajoyê.”
ÇARÇOVEYEKE DEMOKRATÎK Û QANÛNÎ HEWCE DIKE
Saritaş, anî ziman ku pêşkêşkirina rapora Komîsyonê ji bo Meclîsê dê nezelaliyan çareser bike û got, “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya li Îmraliyê de, bal kişand ser Komara Demokratîk û got ku divê her kesê ku dixwaze li Tirkiyeyê berpirsiyariya siyasî bigire, divê hevkarê çareseriya demokratîk be. Li ser vê bingehê ji bo ku danûstandinên demokratîk bi awayekî saxlem werin kirin, divê şert û mercên wekhev û azad di navbera aliyan de hebin.”
AZADIYA RÊBER APO GIRÎNG E
Saritaş, destnîşan kir ku şert û mercên serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.
Saritaş, diyar kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoyê bi pêşketinên li Sûriyeyê ve girê bide û got ku ‘ev xetereyek pir cidî ye’ û wiha domand, “Girêdana pêvajoya li Tirkiyeyê bi pêşketinên li Sûriyeyê re ne nêzîkatiyek maqûl e. Çareseriya li Sûriyeyê pir-aktor û tevlihev e û divê Tirkiye pêvajoya neke qurbanê vê yekê.”
NÊZÎKARIYEKE ERÊNÎ JI BO HEMÛ KURDAN HEWCE YE
Saritaş, da xuyakirin ku divê Tirkiye bi perspektîfeke stratejîk û dîrokî nêzîkî hemû Kurdan bibe û got, “Divê Tirkiye li ser bingeha tifaq û hevkariyeke dîrokî ya stratejîk nêzîkî hemû Kurdan bibe. Divê ew hem li ser meseleya Kurd a di nav welatê xwe de bisekine û hem jî divê nêzîkatiyeke erênî li hember hemû Kurdan raber bike.”

