Senatorê Komarger ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Lindsey Graham fikarên xwe yên beriya niha anîbû ziman careke din dubare kir û diyar kir ku fikarên wî zêde dibin ku rêveberiya Sûriyeyê ya nû xwe daye ber Tirkiyeyê û li dijî Kurdên li Sûriyeyê dest bi bikaranîna hêzê kiriye. Graham destnîşan kir ku di têkbirina mayinde ya DAÎŞ’ê de Kurd li Sûriyeyê hevalbendê herî xurt ê DYE’yê ye.
Graham her wiha bi bîr xist ku hêzên Kurd nêzî 9 hezar endamên DAÎŞ’ê yên ‘herî xetere’ kontrol dikin û got, “Venegera van kesan li qada şer, ji bo berjewendiyên ewlekariya neteweyî yên jiyanî yên DYE’yê gelekî krîtîk e.”
Graham anî ziman ku ew piştgiriyê dide dayina şenseke adîl ji bo hikumeta Sûriyeyê ya nû û got, eger hêzên Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrişên li ser Kurdan zêde bike, ev yek dikare pêvajoyeke nû û gelekî xetere bide destpêkirin.
Graham destnîşan kir ku ew bawer dike, li pêşberî rewşeke bi vî rengî wê li Kongreya DYE’yê nerazîbûneke xurt û berfireh a herdu partiyan biafire û ev hişyarî da:
“Eger ji hinekan heye ku ez an jî hempîşeyên min di vê qonaxê de qebûl bikin ku girtiyên DAÎŞ’î li şûna Kurdan ji aliyê artêşa Sûriyeyê yan jî Tirkiyeyê ve bêne parastin, hingî ew kes xwe dixapînin. Biryara bi aqilane bidin.”
Graham 14’ê Çileyê jî gotibû, ew piştgiriyê dide dayina şensekî ji bo hikumeta Sûriyeyê ya nû û bi dewamî gotibû, “Lê belê (…) Ez ê êrişeke bêperwa ya li hemberî mutefîkên me yên Kurd ne tolere bikim ne jî qebûl bikim.”
Senatorê DYE’yî ev peyam dabû: “Ji hikumeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê re dibêjim: Bi rengekî aqilane hilbijartina xwe bikin.”
ENDAMÊ KONGREYÊ YÊ DEMOKRAT: ÊRIŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN
Endamê Kongreyê Frank Joseph Pallone Jr. ku yek ji kesayetên herî payebilind ê Demokratan ê li Komîsyona Bazirganî û Enerjiyê ya Meclîsa Nûneran e anî ziman ku ew ji ber agahiyên dawî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bi fikar e.
Endamê kongreyê got, “Raporên cihê baweriyê hene ku nîşan didin, ku hêzên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re li hemberî hevalbendên me yên Kurd ên li Bakurê Sûriyeyê bi pêş ve diçin. Ev agahî bi rengekî cidî min dixe nava fikaran.”
Endamê Kongreyê diyar kir ku hêzên Kurd di têkbirina DAÎŞ’ê de bi rola diyarker rabûn, hevalbendê bingehîn ê DYE’yê ne û ev hişyarî da: “Her cûre êrişeke nû ya li hemberî van hêzan nayê qebûlkirin. Divê rageşî tavilê bi dawî bibe.”

