Li gorî agahiyan, bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî careke din êrîş li gundê Barê yê komelgeha Xanesorê ya Şengalê hate kirin.
Li ser encamên êrîşê agahî bi dest neketin.
Doh bi şev bi dema herêmî saet di 23:30’î de li gundê Barê yê navçeya Xanesorê û bajarokê Dugirê, bombe li malên gelê sivîl hatibû barandin. Di encama êrîşê de jina bi navê Întisar Xwedêda Elî Mirad birîndar bû.