Di 25’ê cotmehê de li Taxa Nûrê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi ser qata 4’emîn a Apartmana Hasanogûllari de hate girtin. Hat îdiakirin ku gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş di dema pevçûna serdegirtinê de derketî şehîd bû. Piştî bûyerê, cenazeyê Aktaş li navçeya Dêrikê hate definkirin. Malbata Aktaş, li taxa Heramiyê ya Dêrikê şîn danî. Bi sedan kes çûn serdana şînê. Bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) serdaneke girseyî hat lidarxistin. Di dema serdanê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û malbata Aktaş girse pêşwazî kir.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Saliha Kuday di serdanê de sersaxî ji bo malbata Aktaş xwest û bal kişand ser peyama Rêber Apo çendek roj berê şandî. Kuday, da zanîn ku weke malbat ew ê xwedî li peyama Rêber Apo derkevin û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.