Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê serdana Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag kirin. Heyetê beriya rojekê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jî serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kiribû.
Pervîn Bûldan li ber girtîgehê daxuyanî da û anî ziman ku moral û tenduristiya Fîgen Yuksekdag baş xuya dike û ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê silav ji jinan re şandiye.
Pervîn Bûldan got, “Baweriya Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş a bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tam e. Dixwazin ku di nava şert û mercên azad de beşdarî vê pêvajoyê bibin. Dixwazin bi hemû derfetên xwe ji bo rêveçûna pêvajoyê ya li ser rêya aştî û demokrasiyê bixebitin. Em naxwazin van serdanan careke din li girtîgehê bikin. Bidawîkirina bêhiqûqiyê, afirandina atmosfereke aştiyê wê baweriyê zêde bike.”
Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku baweriya Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş a bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tam e û dixwazin di nava şert û mercên azad de beşdarî vê pêvajoyê bibin.
Sancar ragihand ku ji bo aştiya mayinde divê mekanîzmayên demokratîk û baweriyên hiqûqî tavilê bikevin meriyetê.
Sancar got, “Di dema herî kin de divê ji vî alî ve gavên şênber bêne avêtin û encam derkeve holê. Em vê daxwazê careke din bi rêya we ji raya giştî, desthilatdarî û hemû aktoran re ragihînin. Baweriya me ew e ku di nava şert û mercên azad de têkoşîna aştiyê wê hîn bi xurtî bê meşandin. Baweriya hevalên me bi vî rengî ye. Hêviya wan, moralê wan ji ber vê yekê xurt e.”

