Di 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de cîhan ji şerekî nû yê li Rojhilata Navîn re şahidiyê dike. Hejmara mirovên ji ber şer ji cih û warê xwe bûn gihîşt asta herî bilind a deh salên dawî.
Li gorî rapora ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di meha Hezîranê de hate ekerekirin, heta dawiya sala 2024’an li cîhanê ji ber bûyerên zilm, şer, tundî, binpêkirina mafên mirovan û xerabûna pergala cemaweriyê 123,2 milyon mirov bi zorê ji cih û warê xwe bûn. Encamên şerê Îsraîl-Îranê di nava vê hejmarê de nîne.
Di şerê Îsraîl-Îranê de ku 13’ê Hezîranê destpê kir, hejmar zelal nebû be jî tê gotin, hin mirov ji Tehranê derketine. Îraniyên ku li ser hesabên medya dîjîtal wêneyên mala xwe parve kirin û xatir xwestin, tê texmînkirin ku vê gavê li nava welêt cih guhertine. Li aliyê din, li gorî çavkaniyên nehatine piştrastkirin, tê gotin hin Îsraîlî bi botan ji Îsraîlê çûne Qibrisê.
ZÊDEYÎ 120 MILYON PENABER HENE
Li gorî rapora UNHCR’ê li gorî dawiya sala 2023’an heft milyon mirov, yanî ji sedî 6 hejmara penaberan zêde bû. Hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûn di nava deh salên dawî de bi du qatî zêde bû, lê ev rêje sala 2024’an di nîvê duyemîn de kêm bû.
UNHCR dawiya meha Nîsana 2025’an texmîn kir ku hejmara mirovên bi zorê ji cih û warê xwe bûn, dibe ku ji sedî 1 kêm bibe û dakeve 122,1 milyon mirovî. Ev yek piştî demeke dirêj a piştî deh salan kêmbûna yekemcar e.
Her wiha yek ji sedemên sereke yên koçberbûna mirovan dewamiya şerê li Sûdan, Myanmar û Ûkraynayê tê nîşandan.
Bi destpêkirina şerê Îsraîl û Îranê re, eger şer mezin bibe tê texmînkirin ku hejmara kêmbûyî ya penaberan careke din zêde bibe.
REWŞA LI TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ
Li Tirkiyeyê ku bi şerê Sûriyeyê re herî zêde penaberan xwe lê girtin, hejmar diguhere. Li gorî daneyên Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, heta 12’ê Hezîrana 2025’an hejmara Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê 2 milyon û 691 hezar û 160 kes e. Ev hejmar sala 2024’an 2 milyon û 901 hezar û 478 kes bû.
Li gorî rapora ku UNHCR’ê têkildarî Sûriyeyê amade kir, şerê li Sûriyeyê yek ji krîzên herî mezin bû ku bû sedema koçberiya ji cih û warên xwe. Di dawiya sala 2024’an de ji çar parên nifûsa welêt parek ji cih û warê xwe bû bû.
Piştî ku hikumeta Esad 8’ê Kanûnê hilweşiya, destpêkê ji bo vegera li warê xwe derî vekirî hate xuyakirin jî ji ber ku nearamiya li Sûriyeyê dewam dike rîsk heye ku careke din koçberî rû bide. Zextên HTŞ’ê yên li ser Elewiyan û hindikahiyên din, komkujiyên ku dike weke mÎnakek nearamiyê dikare were nîşandan ku UNHCR balê dikişîne ser.
Li gorî daneyên UNHCR’ê heta meha Gulanê tê texmînkirin ku zêdeyî 500 hezar Sûriyeyî vegeriyan Sûriyeyê.
SERLÊDANA PENABERIYÊ LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ KÊM BÛ
Şer zêde bû, Yekîtiya Ewropayê li hemberî koa penaberan tedbîr zêde kir û Adara 2025’an hejmara serlêdana penaberan a li Yekîtiya Ewropayê kêm bû.
Piştî ku Trump cara duyemîn bû Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, polîtîkayên li dijî koçberan ên li Dewletên Yekbûyî zêde bûn.