Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Serhed Rûken li ser şerê taybet ê li Kurdistanê axivî û got, “Rêber Apo bi taybetî li ser vê têgehê disekine. Gelekî girîng e ku têgeh bê fêhmkirin. Ji ber ku heta ku têgehek, asta wê ya wateyê neyê fêhmkirin, mirov nikare li hemberî wê tevbigere. Şerê taybet bi esasî rêbazek e, rêbazeke şer e. Lewma gelekî girîng e ku bê fêhmkirin bê çi ye. Ji ber ku tiştek çiqasî baş bê fêhmkirin wê kes û civak jî karibe li hemberî wê xwe biparêze, têbikoşe, karibe alternatîfên rêbazê hilberîne. Eger neyê fêhmkirin û neyê zanîn rabûna li ber wê jî nepêkan e.”
Serhed Rûken anî ziman ku şerê leşkerî yê klasîk heye ku bi çekan tê meşandin û aliyên vî şerî hene; li eniyê yan jî li li derveyî eniyê li hemberî hev şer dikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Di şerê taybet de çekên giran jî têne bikaranîn; aliyê xwe yê leşkerî jî heye. Lê belê şerê taybet tenê bi vî alî nîne. Aliyê xwe yê berfireh ê esasî li hemberî her qada civakê ye. Weke ku Rêber Apo got, ‘Şerek e ku li dijî temamiya civakê tê bikaranîn’. Yanî ne li dijî artêşekê, hin hêzan, çînekê yan jî partiyekê bi tenê ye; bi giştî li hemberî civakê ye. Şerê taybet bi temamî şereke ku li dijî civakê tê kirin. Ji bo têkbirina aliyê manewî yê civakê amûran bi kar tîne; yanî hemû hêza xwe dide ser vê qadê. Bi vê rêyê dixwaze civakê ji manewiyatê, hêviyê, hêza biryarwergirtinê, xwerêveberiyê, armanc û îradeya xwe dûr bixîne.
Sedemên bingehîn ên destpêkirina vê yekê hene. Piştî şerên cîhanê şerê taybet hîn bêhtir hate kirin. Piştî ku sîstema bi serweriya mêr rabû, ji hingî heta niha şerê psîkolojîk û taybet timî tê kirin. Ev yek ji aliyê serweran ve hate bipêşxistin. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hate dîtin ku serketin tenê li qada leşkerî nabe. Bi vî rengî hejmara mirina leşkeran zêde dibû û ev yek jî di nava civakê de dibû sedema nerazîbûnê. Ev yek bû sedema birêxistinkirina şerê taybet. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn îradeya civakê derket pêş. Hêzên sosyalîst dema ku di çarçoveya şerê neteweyî de encam wergirtin, xwestin civakê hîn bi hêz û îrade bikin; xwestin civakê bi reng, çand û hebûna wê bêhtir nîşan bidin. Hêzên hegemonîk jî rêbaza şerê taybet li hemberî civakê xistin dewrê û bi kar anîn.
Serhed Rûken ragihand ku şerê taybet li ser sê hêmanan hate rûniştandin û got, “Ya yekemîn Şerê Nenîzamî.” Serhed Rûken di çarçoveya vê himî de işaret bi rêxistiniya kontra-gerîla kir û destnîşan kir ku ev yek herî zêde li hemberî Kurdan hate bikaranîn.
Weke hîmê duyemîn jî qala Tevgerên Îstîqrarê kir û got, “Ev nuqte gelekî girîng e lê belê bi têrkerî nayê nirxandin. Navê xwe îstiqrar e lê belê bi cewhera xwe neîstiqrar e. Eger îstiqrar li gorî pênaseya wan nebe, rast an jî şaş ferq nake, wê operasyonê bikin; wê îradeya heyî bişikînin, ji holê rakin an jî ji warê wan bikin. Aramî li gorî wan ev e; hêzên kapîtalîst, hêzên hegemon û netewe dewlet; têgehên ku ji bo civakê hêja ne, xwedî giranî ne û bi bandor in pûç dikin, berevajî dikin. Têgeha îstiqrarê jî berevajî kirin û li gorî berjewendiya xwe şîrove kirin.”
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan diyar kir ku lingê sêyemîn jî şerê psîkolojîk e û got, “Ev yek jî yekser li hemberî civakê tê kirin; yanî rastiya civakê, parastina civakê, rêveberiya xwe bi xwe, hemû nirxên ku civakê dike civak dibin hedefa wê. Ji bo vê jî rê, rêbaz û amûrên cuda têne bikaranîn. Eger hûn koka darekê rakin an jî hişk bikin, ew dar nikare xwe li xakê bigire û wê hilweşe. Dixwazin bi heman rengî civakê jî hilweşînin. Ev hersê lingên şerê taybet ji aliyê dewleta Tirk ve bi piştgiriya hêzên hegemonîk li hemberî Kurdan têne bikaranîn.”
Serhed Rûken anî ziman ku dewleta Tirk niha herî zêde serî li propagandayê dide û got, “Bi rêya amûrên xwe yên medyayê; televîzyon, înternet, rojname û pirtûkan dixwaze têgihiştineke şaş bide mirovan. Avakirina têgihiştineke şaş rêbaza herî esasî ya şerê psîkolojîk û taybet e. Bi pêşengiya Rêber Apo 50 sal in têkoşînek tê meşandin. 50 salan vê dewletê timî got, ‘PKK qediya, gerîla qediya, têkoşîn bi dawî bû, ev bihar, nebû bihara bê; îsal, nebû sala bê’ bi hezaran senaryo hilberand. Lê belê têkoşîn gihîştiye qonaxeke welê ku dewlet neçar hişt ku li dora maseyê rûnê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Eger hêzek 50 salan têbikoşe û dijmin li dora maseyê bide rûniştandin, wateya vê yekê serketin e.”
Di dewama axaftina xwe de Serhed Rûken bal kişand ser nêzîkatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û got, “Mirovek dema dibêje ez Kurd im, birçî tê hiştin. Yekî ku dibêje ez Kurd im û xwedî li Kurdîtiya xwe derdikeve, xizan, perîşan û birçî dihêle; hewl dide wî bike parçeyekî dewletê. Yên dibin parçeyên dewletê jî îro dewlemend in. Çîna navîn li dora dewletê dewlemend bûye; yanî dewlemendî tercîh kiriye. Bêguman mirov nikare hemû mirovan di heman çarçoveyê de binirxînin. Sîstema dagirkeriyê hemû dewlemendiyên aboriyê yên li Kurdistanê di çarçoveya mêtingeriyê de ji Kurdistanê didize; ev nuqteyeke gelekî girîng e. Li Kurdistanê hîn jî têkildarî vê talankariyê hişyariyek çênebûye. Ax û ava gel tê dizîn, lê belê gel birçî tê hiştin. Ev yek ji ber wê ye ku şerê taybet bi têrkerî nehatiye fêhmkirin.
Li Botanê dar tê birîn; li pêş çavên her kesî tê kirin lê belê kes dengê xwe nake. Rêber Apo gotibû, ‘Birîna darekê weke kuştina mirovekî ye; kuştina mirovekî jî weke kuştina civakê ye’. Li Rihayê dema zarokek hate kuştin, Rêbertî got, ‘Di van bûyeran de tê dîtin bê şerê taybet li ser civaka me çiqasî bi bandor e’. Têkildarî şerê taybet mînakeke gelekî balkêş heye. Dibêjin: ‘Hûn beroşekê dînin ser êgir, ava sar û beqekî bixin nav, piştre binê wê hêdî vekin, bisincirînin. Av wê gav bi gav gegrm bibe û bigihêje asta qelandinê. Ji ber ku ev pêvajo hêdî û demdirêj e, beqê di nava avê de pê nahese ku dihele; dawiya dawî parçe dibe’. Şerê taybet jî ewqasî zirav, zexel e û bi bandor tê meşandin. Ji ber vê jî dema bûyerên bi vî rengî li Kurdistanê diqewimin gelê Kurd dengê xwe nake, hesab ji wan kesan napirse ku darê wan dibirin.
Qirkirineke biyolojîk jî heye. Bandora xwe ya li ser biyolojiyê çi ye? 100 sal in ji bo kêmkirina civaka Kurd tiştek nemaye ku nehatiye kirin. Di salên 1980’î de ji bo jin zarokan nîne dinyayê, ji bo zarok seqet çêbibin yan jî bimirin bi deh hezaran derman belav kiribûn. Ji bilî vê bi her cûreyî polîtîkaya kêmkirina nifûsê xistin dewrê. Di şer de dema Kurd hatin kuştin gotin ‘Tiştek nabe, Kurd ji xwe zêde ne, kêm bûn’. Ev yek di mejiyê şerê taybet de heye: ‘Ev nifûs xetere ye, divê vê nifûsê kêm bikim’. Ji ber vê şerê biyolojîk tê meşandin. Civaka me divê li hemberî vê jî baldar be.”
Serhed Rûken işaret bi qirkirina çandî jî kir û got, “Dema ku bi her awayî êriş li civakê tê kirin, ev yek tê wê wateyê ku civak di bin qirkirina çandî de ye. Ji ber vê Rêbertî got, ‘Em bi qirkirina siyasî û çandî re rû bi rû ne’. Divê ev qirkirina çandî rast bê fêhmkirin. Tê xwestin, her tiştên bi navê Kurdan ji wan bêne standin. Nîqaşên ‘Kurd hene yan nîne’ hatin kirin; li hebûna Kurdan hate pirsîn. Rêbertî got, ‘Me ev qonax li pey xwe hişt’. Kurd hene û êdî hebûna wan ewle ye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku me li dijî şerê taybet têkoşîneke baş meşand û rêbazên wê raxist pêş çavan. Eger bi vî rengî bûya asta têkoşînê ya civaka me wê hîn cuda bûya; dewletê wê bi hêsanî li nava civaka Kurd nikarîbûya tevbigeriya, nikarîbûya rêbazên xwe yên qirêj bixista meriyetê, ji bo hilweşandina civakê nikarîbûya defetên xwe hemûyan seferber bike.
Di eşkerekirina şerê taybet de hîn jî lawazî heye. Dema ku ev lawazî rû dide rêbazên xwe kûrtir dike. Ji ber vê jî şert e ku civaka Kurd ji aliyê hişmendî, perwerde û qada siyasî ve bi pêş ve biçe, rêbazên xwe biafirîne. Bi vî rengî em ê karibin di pêvajoyê de destê Rêbertî xurt bikin.”

