Arîn Qerejdax (Medîne Tîlkî) sala 1997’an li navçeya Çinar a Amedê ji dayik bû. Li quntara Qerejdaxê li nava derdoreke welatparêz mezin bû, ji ber ku neçeû dibistanê bi wan nexweşiyên li dibistanên sîstemê neket. Arîn weke karkereke demsalî li nava zeviyan xebitî û têkiliya navbera ked û jinê, têkiliya bi xakê re ji nêz ve nas kir. Arîn ku li nava civakeke baviksalar mezin bû, li hemberî nêzîkatiyên biçûkxistina jinê gelekî bi hêrs bû. Li ber kolekirina jinê û helwesta mêr a li dijî jinê rabû. Dît ku jiyan bi destê jinê hatiye ava kirin, lê belê îro navê jinê jî nayê bîranîn, bê bîranîn jî bi ‘namûsê’ tê bîranîn. Di heman demê de zext, zilm û tundiya li ser welatê xwe jî dît. Ji ber vê rewşa jinê û ya welatê xwe anî beramberî hev. Nakokiyên civakî mîna aşûtekê di dilê wê de mezin bû, ji bo karibe raperîna xwe biqîre hewl da derfet û firsendê bibîne.
Arîn ev nakokî û fikrên xwe bi xizma xwe û hevala xwe ya zarokatiyê Zîlan (Zînet Ceylan) re parve kir. Dît ku ew jî bi heman fikrî ye û gelekî kêfa wê hat. Êdî her roj li ser rêya ber bi rizgariyê ve axivîn. Çi çax li Qerejdaxê dinihêrîn, hîs dikirin ku ji kûrahiya wî çiyayî dengek bang li wan dike. Ji ber ku malbata wan welatparêz bû, PKK ji zarokatiyê ve nas dikir û sala 2010’an hîn bêhtir ji nêz ve nas kirin. Bi vî rengî bi hev re dest bi rêwîtiyê kirin û berê xwe dan çiyê. Di sala 2014’an de derbasî Botanê bû. Botan a ku bi hezaran şervanên azadiyê hembêz kiribû bi kêfxweşiyeke mezin şervanên nû pêşwazî kir. Xizma wê navê fermandara fedaî ya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) li xwe kiri wê jî navê lehenga Kobanê Arîn Mîrkan hilda û navê xwe kir Arîn Qerejdax. Bi vî rengî dest bi rêwîtiyeke nû kirin.
ZANÎBÛ KU BI KEDEKE MEZIN DIKARE NÊZÎ AZADIYÊ BIBE
Arîn li Bestayê tevlî perwerdeya bingehîn bû û nêzîkatiya Rêber Apo ya li jinê gelekî bandor lê kir. Piştî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk nêzî 3 salan li Bakur pratîk kir. Di nava şert û mercên giran de her cûre wezîfe bi cih anî, li hemberî dijmin têkoşîneke mezin meşand. Zanîbû ku tenê bi kedeke mezin dikare nêzî azadiyê bibe. Lewma meşandina karekî zêde ji bo Arîn pîvana bingehîn a jiyanê bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe li her qada ku lê ma ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Ji bo Arîn welatekî azad armanca bingehîn bû û zanîbû ku bêyî dayina berdêlan nikare vê bi dest bixe. Li Kurdistanê zanîbû ku azadî ji dijmin nayê xwestin, azadî tê bidestxistin.
Arîn her cara ku leşkerên dagirker didît dibû xwedî hêrseke mezin û nedixwest dagirkerekî bi tenê jî li ser xaka wê bimîne. Hestên tolhildanê êdî mîna ewrekî di nava dilê wê de kom dibûn. Di 19’ê Nîsana 2017’an de artêşa Tirk a dagirker êrişeke mezin li ser Katoyê da destpêkirin. Arîn, xizma wê Zîlan û 3 hevrêyên wê li dijî dijminê mirovahiyê dest bi berxwedanê kirin. Ji bo bibêje ‘Hûn ê nikaribin xaka me bi hêsanî dagir bikin. Ji bo vê jî em ê xwe feda bikin’ bi rengekî xurt tevlî şer bûn. Kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Di encama şer de Arîn, Zîlan Qerejdax, hevrêyên wan Xwînda Kato (Hatîce Aykût), Stêrk Efrîn (Hamîde Mûhammed) û Roza Hêlîn (Merdiye Adibellî) şehîd bûn. Arîn tova ku çand bi xwîna xwe av da. Di her dilopekê de ew tov şîn bû, bû şitil û baxçeyên Kurdistanê xemiland.