Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, liv û tevgera leşkerî ya li derdora Şengalê zêde bûye û behsa pîlanên nû yên li dijî îradeya civaka êzidî têne kirin. Bi taybet pîlan û hewldanên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê di rojevê de ne.
Di derbarê van gef, metirsî û gefên li ser Şengalê û civaka Êzidî de, îro civîneke girîng hate lidarxistin. Serokeşîrên Şengalê, li navenda Şengalê li hev kombûn û bi daxuyaniyekê diyarkirin ku Çiyayê Şengalê ne tenê axeke erdnîgarî ye, ew ji bo Êzidiyan sembola olî, mirovî û dîrokî ya pîroz e û Çiyayê Şengalê ji bo wan xeta sor e.
‘DIXWAZIN CIVAKA ÊZIDÎ BÊPARASTIN BIHÊLIN’
Civîn bi beşdariya hemû serokeşîrên Şengalê, li navenda bajêr pêk hat. Di destpêka civînê de, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axaftinek kir û diyar kir ku bi guhertinên li Rojhilata Navîn re, li herêmê û Şengalê hin planên nû tên meşandin û got: “Dixwazin civaka me ya Êzidî bêparastin bihêlin. Li aliyekî dixwazin ciwanên Êzidî yên di nav Heşda Şebî de ji Şengalê bibin û li bajarên din ên Iraqê erkdar bikin, li aliyê din bi destê dewleta Tirk û hin kesên derdora Şengalê, dixwazin Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) ji hev belav bikin. Eger ev plan pêk werin, êdî civaka Êzidî bê hêzên parastinê dimîne. Ji ber wê jî pêwîste em hemû serokeşîr û kesayetên Şengalê bibin xwedî helwest û li dijî van êrîşan derkevin.”
Di civînê de gelek nirxandin hatin kirin û bi taybet girîngiya yekîtiya hêzên Êzidiyan hate destnîşankiirn. Piştî civîn bidawî bû, li ser navê tevahiya civaka Êzidî daxuyaniyek hate dan
Berfirehiya daxuyaniya ku li ser nave hemû eşîrên Çiyayê Şengalê hatî dayîn wiha ye:
“Herêma me îro di qonaxeke gelekî hestiyar û çarenûsî de derbas dibe. Geşedan û guhertinên heyî, metirsiyeke mezin li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdikin. Dema ku em û gelê xwe hemû hewildanên xwe didin da ku karesata sala 2014’an dubare nebe ku di encama êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê de tawanên qirkirin û koçberiya bi darê zorê pêk hatin, em bi fikareke mezin çavdêriya liv û tevgera hinek aliyên herêmî û kesayetên parlamenî yên ne Êzidî dikin. Ev aliyên ku xwe nêzî Heşda Şebî dibînin, hewl didin aramiyê têk bibin û bi ajandeyên derve herêmê ber bi aloziyan ve bibin.
‘EM GEFÊN LI SER ŞENGALÊ QEBÛL NAKIN’
Ev gefên bi armanca ferzkirina desthilatdariya nû ya di berjewendiya aliyên derve de yên li ser Çiyayê Şengalê bi darê zorê, gihîştine astekê ku em bi ti awayî qebûl nakin. Ji ber vê yekê, em van aliyan bi temamî berpirsiyarê qanûnî, exlaqî û eşîrtî dibînin li hember her alozî yan jî hewildaneke ku ewlehiya herêma me têk bibe. Her wiha, em wan berpirsiyarê her koçberiyeke nû dibînin ku dibe ku ji ber van polîtîkayên û hewildanên ferzkirina desthilatdariyê pêk bê.
‘ÇIYAYÊ ŞENGALÊ STARGEHA DAWÎ YE’
Çiyayê Şengalê ne tenê axeke erdnîgarî ye, ew ji bo Êzidiyan sembola olî, mirovî û dîrokî ya pîroze. Ew her dem penageha dawî bû ku Êzidiyan bi sedsalan xwe ji ferman û qirkirinan parastiye. Çiyayê Şengalê xeta me ya sore. Her destdirêjiyek an hewildanek ji bo guhertina rastiya çiyê bi darê zorê, wekî binpêkirina îradeya xelkê herêmê û êrîşeke li ser hebûn û nasnameya me tê dîtin. Ev yek dê bibe sedema têkçûna aştiya civakî û koçberkirina sivîlan.
Em careke din piştrast dikin ku em li ser xeta ewlehî, aramî û diyalogê ne. Em her cure leşkerîkirina nû yan jî şerên ku li ser axa me bên ferzkirin, red dikin. Em bang li saziyên fermî yên Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêmê û hemû hêzên neteweyî dikin ku berpirsiyariya xwe ya parastina Şengal û xelkê wê bînin cih û rê li ber her alozî û koçberiyeke nû bigirin.
Xwedê Şengal û xelkê wê biparêze, Çiyayê me her dem bibe sembola rûmet û berxwedanê.’’

