Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala li ser X’ê daxuyanî da û anî ziman ku bi biryara PKK’ê re qonaxeke girîng hatiye derbaskirin û debasî asteke girîng bûye.
Efkan Ala got, “Di vê qonaxa girîng de mekanîzmayên li ser karên bêne kirin û rêvebirina pêvajoyê wê li gorî ya pêwîst bi cih bêne anîn. Em bi biryardarî ber bi armanca ‘Tirkiyeya bê teror’ dimeşin ku Birêz Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Birêz Devlet Bahçelî bi îrade û berxwedêriya xwe danîn holê.”