Her gerîlayekî-e em wan nas dikin, şahidiyê ji ken û têkoşîna wan re dikin, di dilê me de cîhaneke mezin a wateyê diafirînin. Dema ku ew ber bi stêrkan ve bi rê dikevin, em jî ji mezinahiya nirxên wan re şahidiyê dikin. Erk û wezîfeya me ye ku em vê meşaleya wan bi her kesî re parve bikin, qala jiyana wan a bi berxwedanê tijî bikin.
Ji her tiştî bêhtir mafê van lehengan e ku qala wan bê kirin. Ew lehengên di çîrokên her zarokên Kurd de ne, afirînerên siberojên azad in. Ya ku gelekî li ser piyan dihêle û wêrekiya têkoşînê dide wan, berxwedana bi fedakarî ya van lehengan e. Yek ji van lehengan jî şervanê lehengiyê Kawa Dogan bû.
Kawa di sala 1993’an de ku li Nisêbînê agirê têkoşînê mîna meşaleyekê geş bûbû û bi ruhê serhildanê gel li ber xwe dida, ji dayik bû û bi vî ruhî xwe xwedî kir. Dilsoziya bi nirxan û welatparêzî ji dayika xwe hîn bû. Zarokatiya wî li kolanên Nisêbînê derbas bû ku bi ruhê serhildanê li ber xwe dida û bi welatparêziya kûr dihate naskirin. Hîn di zarokatiyê de welatparêzî li dilê wî neqişiya. Her ku mezin bû bi rengê Mazlûm, Rahşan û Egîdan hêrsa wî ya li hembeî dagirkeran mezin bû. Her zilma ku şahidî jê re kir, hêrsa wî hîn mezin kir û ew nêzî çiyayên azad kir. Dema ku li hemberî zilmê got ‘êdî bes e’ û ala serhildanê bilind kir, li Bakurê Kurdistanê yek ji şer û berxweedana herî mezin a mirovahiyê destpê kiribû.
Dema ku Kawa wê berê xwe bida çiyê, dewleta Tirk a dagirker di bin navê pêvajoya çareseriyê de polîtîkaya tasfiye û îmhayê xistibû dewrê û êrîş dibir ser destketiyên gelê Kurdistanê ku bi têkoşîna bi salan û berdêlên giran afirandibû. Li hemberî êrîşan, gel ji bo xweparastinê li hemberî dewleta Tirk a faşîst dest bi berxwedanê kiribû. Hevalê Kawa jî yek ji wan kesan bû ku bi rengekî çalak tevlî vê pêvajoyê bû û bi ruhê mezin ê têkoşînê beşdarî pêvajoyê bû. Çawa ku Nisêbîn bi serhildanên xwe berxwedaneke mezin afirand, di vê pêvajoyê de jî bi berxwedana destana Nisêbînê ‘Sendroma Nisêbînê’ anîbû serê leşkerên taybet ên ku dewleta Tirk a dagirker pesnê xwe bi wan dida. Kawa di vê pêvajoyê de bi hêrsa di dilê xwe de ji bo parastina rûmeta gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer kiribû. Li hemberî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a qirker, li gel hevrêyên xwe bi ruhê fedaî yê mezin li ber xwe dan, li hemberî artêşa duyemîn a herî mezin a NATO’yê berxwedaneke destanî kirin. Di vê pêvajoya berxwedanê de hevalê Kawa birîndar bû jî ji bo kêliyekê çepera xwe neterikand, li gel hevrêyên xwe bi bawerî û îradeyeke mezin ji bo azadî û rûmeta gelê xwe şer kir.
JIYANEKE BÊDUDILÎ
Hevalê Kawa piştî Nisêbînê berê xwe da çiyê û têkoşîna xwe li vê derê dewam kir. Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên ku di heman çeperê de bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn, şer kir. Tecrûbeya ku ji şer wergirtî ew kir şervanekî hîn xurt û bi îrade. Li herêma Garê demekê di perwerdeya hevrêyên xwe de bi roleke girîng rabû û di vê pêvajoyê de kedeke mezin da.
Kawa bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm bû yek ji nûnerên herî bedew ên ruhê Apoyî. Bi rûkeniya xwe wateyên mezin da jiyanê û bû milîtanekî bi vî rengî. Ew dilsoziya xurt a Nisêbînê di kesayetiya wî de şênber bûbû. Li nava PKK’ê ku hebûna xwe di nav de bi wate kir, her tim kete nava lêgerîneke welê ku hîn bi xurtî têbikoşe. Ruh û dilê xwe her tim bi berxwedana Mazlûm û Kemalan xwedî kir û berxwedan û sekna wan ji xwe re kir esas. Bi vî ruhî heta dawiyê li Nisêbînê şer kir û li çiyê jî bi vî ruhî xwe ji nû ve afirand û ji bo bigihêje kesayeta serketinê timî kûr bû. Ji bo carekê jî di têkoşînê de dudil nebû, bi dilsoziyeke kûr li çiyayên azad meşiya. Li Nisêbînê fêhm kir ku mirovên bi bawerî û ruhê Apoyî ti carî têk naçin. Ji ber vê jî ruhê xwe bi bawerî, îrade û tolhildanê hîn xurt kir. Her ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, hîn bêhtir têgihiştî bû û meşa xwe ya şoreşê bi wate kir.
MILÎTANEKÎ KU BI RUHÊ MAZLÛMAN ŞER KIR
Hevalê Kawa piştî ku demekê li Başûr ma, ji bo careke din li Bakurê Kurdistanê vegere israr kir. Ji bo hilanîna tola Nisêbîn, Cizîra Botan û Sûrê xwest derbasî Bakur bibe. Di vê demê de jî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe hîn bi xurtî amade kir. Hevalê Kawa bi tevlîbûn û sekna xwe baweriyeke mezin da hevrêyên xwe û bi vî rengî pêşniyara wî hate qebûlkirin û ber bi çiyayên Mêrdînê ve bi rê ket. Rêwîtiya wî ya vê carê hîn bi wate bû. Bi vê rêwîtiyê hîn bêhtir berê xwe dabû armanca xwe. Bû milîtanekî Apoyî ku hemû astengî ji pêşiya xwe radikir û xwe bi serketinê ve girêdabû. Weke milîtanê tevgerekê ku tirs û mirin di kesayetiya xwe de ne carekê, lê bi hezaran carî kuşt, ber bi serketinê ve meşiya. Bi rûketiya xwe mizgîniya siberojên bi hêvî û azad dida. Di her kêliya jiyanê de zanîbû bikene û bi sekna xwe ya bi biryar û bawerî, bawerî dida hevrêyên xwe.
Kawa ala ku di meşa şoreşê de hilda, hîn bilind kir. Bi ruhê Mazlûman li ber xwe da û wateyên hîn mezin tevlî meşa ji bo jiyana azad kir. Li dijî dewleta Tirk a qirker bi ruhê mezin ê Apoyî şer kir, sala 2020’î meha Hezîranê ku meha fedaiyan e tevlî karwanê nemiran bû.