Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê: Jiyana azad a rasteqîn a civakê bi avakeriya jinan ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Îran û komên girêdayî wî 196 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talebanî: Me navê êrîşkaran daye Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Mêrdînê jin bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd mohra xwe li meşa 8’ê Adarê ya li Stockholmê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê çalakiyên 8’ê Adarê: Dema şoreşên jinan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê meşa 8’ê Adarê: Têkoşîna jinan mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xelk li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daketin qadan
Rojane

Xelk li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daketin qadan

Xelk li gelek bajaran Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê protestokirin. Di çalakiyan de payama “Em rê nadin faşîzmê” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, cara sêyemîn qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm li gelek bajaran hate protestokirin. 

AMED

 

Tayînkirina qeyûm li Amedê li pêşiya AVM’a Ceylanê ya li navçeya Peyasê bi girseyî hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Amed dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Colemêrg a me ye” û “AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Em li dijî xespkirina îradeyê li ber xwe didin” hate hilgirtin. Tevî dorpêça polîsan jî daxuyanî hate dayîn. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn wiha got: “Em serî li ber we û qeyûmên we natewînin. Bila Enqere vê baş bibihîze; dê qeyûmên we jî mîna we biçin. Çawa hatibin û talankerî kilribin û tu qîmeta wan ji bo gel tune be, dê ji vir û şûnde jî tune be. Gelê me gelekî birûmet e û dê ji vir û şûnde jî destûrê nede qeyûman.” 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî got ku biryara tayînkirina qeyûm derhiqûqtî ye. Çîftyurek, wiha domand: “Gelê Wanê çawa ku biryarên derhiqûqî qebûl nekiribe, dê îro jî qebûl neke. Gotinek heye ku dibêjin ‘heke ker carekê ji rêya biherî re derbas bibe, careke din di heman rêyê de naçe.’ Lê belê ev bû cara sêyemîn ev serî li heman rêyê didin. Gelê Colemêrgê bi vîna xwe ya azad hevşaredarên xwe hilbijart. Tu kes vê derhiqûqtiyê qebûl nake.” 

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de tevî ku hemû derfetên dewletê bi kar anîn, tevî hîle û gefan jî gelê me zîhniyeta faşîst û talanker red kir. Faşîzma ku li tevahiya Tirkiyeyê di hilbijartinan de têk çû, ji xwe re ders nederxistiye û hewl dide şaredariya me xesp bike. Tevahiya pratîkên aqilê dewleta faşîst, ji bo êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd dixebite. Li gel xwe, her wiha gel jî neçarî xizanî û bêpêşerojtiyê dike. Em ê careke din planên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê vala derxînin. Em ê xwedî li Colemêrgê derkevin û rê nedin faşîzmê.” 

ÊLIH

Partiyên li Êlihê jî xwestin ji pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar heta Parka Yilma Guney bimeşin. Di çalakiyê de pankarta “Em ê rê nedin darbeya qeyûm” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Qeyûm dê biçin dê gel bên” hatin berzkirin. 

Polîsan nehiştin girse bimeşe. Di navbera polîs û girseyê de rageşî derket. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîkê êrîşî girseyê kirin. Di êrîşê de 3 kes hatin binçavkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di êrîşê de ji gazê bibandor bû. 

Li vir daxuyanî ahte dayîn Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Mûstafa Mesût Tekîk got ku divê hemû derdorên demokrasiyê diparêzin li dijî qeyûm derkevin û ev tişt anî ziman: “Em ê meydanê ji bo van hovan, ji bo van kesên di keştiyan de bi keyfxweşî dijîn re nehêlin.” 

Hevserokê DBP’a Bajar Resûl Çetîn jî wiha got: “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de winda kir, careke din rûyê xwe yê qirêjî nîşanî her kesî da. Em biryarên van faşîstan nas nakin.” 

RIHA

DEM Partiyê li pêşiya avahiya xwe ya navçeya Curnê Reş a Rihayê çalakî li dar xistin û tayînkirina qeyûm protesto kir. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk bi bîr xist ku partiya wan duh Şaredariya Curnê Reş dîsa bi dest xist û wiha got: “We li Curnê Reş têkçûneke mezin xwar û hûn ê bi darbeya qeyûm a li Colemêrgê jî pir mezin winda bikin. Gelê Kurd û Kurdistanê bi tenê nînin. Ji Colemêrgê dest bi êrîşê kirin ji ber ku dibêjin qey dê bi tenê were hiştin. Weke sosyalîsteka tirk ez li Curnê Reş radigihînim ku ew ê nekarin bi ser kevin. We tu caran nekarî bi ser kevin.” 

Bi domdarî Çubuk ev tişt anî ziman: “Hûn hewl didin bi tifaqa xwe ya bi Ergenekonê re xwe li ser pêyan bigirin. Hûn hewl didin bi rêya şer û kedxwariyê xwe li ser pêyan bigirin. Lê tevî her tiştekî li ser sindoqê hûn têk çûn. Hûn di hiş û dilê mirovan de têk çûn.” 

EDENE 

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê ragihandibû ku dê saet di 18.00’ê de li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. Avahiya partiyê ji nîvro heta niha di dorpêça polîsan de ye. Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê ketina avahiya partiyê bi polîsan daye girtin û destûr nade ku kesek bikeve avahî û jê derkeve. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan hate avahiya partiyê û got ku astengkirina derketina ji avahiya partiyê derqanûnî ye. Bozan, wiha got: “Ev derhiqûqtî ye. Peywira polîsan ew e ku mafên me yên destûra bingehîn biparêze.” Bozan, li dijî gotina polîsekî ya “Hûn gel araste dikin”, wiha bersiv da: “Bêguman weke DEM Partiyê em ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bangî 85 milyon welatiyan bikin. Em ê 85 milyon welatiyan araste bikin. Em ê bibêjin ya ku tê kirin eşqiyatî ye, darbeya qesrê ye û em qebûl nakin. Werin em li çar aliyên Tirkiyeyê dengê xwe derxînin û berteka xwe nîşan bidin.” 

Dorpêça polîsan didome û partiyî jî hêj di avahiya partiyê de disekinin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çend gotin li ser fîlma ‘’Atlas’’
Nûçeya Pişt re Li bejahiya Paloyê operasyona leşkerî hat destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Piştgiriyeke din ji bo banga Rêber Apo

Psîkanalîst a Fransayî Elisabeth Roudinesco diyar kir ku ew piştgiriyê dide 'Banga Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta dagirker li Pênciwênê bombe li gundekî barand, şewat derxist

Dewleta Tirk a dagirker vê carê bombe li gundê Badîna yê li bajarokê Nalparêz a…

Ji aliyê Stêrk TV

‘PDK sûc dike, em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in’

DFG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ê beriya 200 rojan ji aliyê PDK’ê ve hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesan pêk dihat, hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li gelek bajaran Meşa Şevê ya Femînîst: Em ji bo jiyan û aştiyê li ber xwe didin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Parîsê heta Mulhouse’ê bi hezaran jin ji bo têkoşîna mafên xwe meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?