Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama krîza dile şervanê wan Şahîn, dema li ser erka xwe bû, gihaşt asta şehadetê.
Di daxuyaniya navendê de hat gotin ku “Em sersaxiyê ji malbata şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe dixwazin û dibêjin em şopdarê rêça ku şervanên me di oxira wê de şehîd bûne, ye û em ê armancên wan pêk bînin.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Şahîn
Nav û paşnav: Ziwêd Xelef Ehmed
Navê dayikê: Emşe El Elî
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Ecace
Cih û dîroka şehadetê: Riwêşid-Nexweşxaneya Meamil-krîza dil-01ˊê Kanûna 2025ˊan.

