Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şervanê wêrek ê gelê Ereb: Ebû Leyla Şehîd
Kurdistan

Şervanê wêrek ê gelê Ereb: Ebû Leyla Şehîd

Ebû Leyla Şehîd navê Feysel Ebû Leyla li xwe kir, tevlî nava refên gerîla bû û bû yek ji şervanên enternasyonal ê PKK'ê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Welatê agir û rojê di gelek serdemên dîrokê de bi êrîşên çandî û fizîkî re rû bi rû ma. Ji ber vê yekê li Kurdistanê ji bilî berxwedan û têkoşîna azadiyê ti rê û rêbazeke jiyanê nemabû. Li hemberî van êrîşan ciwanên gelê Kurd li çiyayên azad destanên lehengiyê bi tîpên zêrîn nivîsandin. Lê di vê serdemê de ne tenê ciwanên Kurd, bi hezaran ciwanên ji neteweyên cuda li ser bingeha felsefeya xwişk û biratiya gelan a Rêber Apo tevlî têkoşînê bûn. Ji van yek jê Ehmed Ednan Berhawa (Ebû Leyla Şehîd) ye. Ehmed Ednan Berhawa ciwanekî gelê Ereb e û li serê çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê meşand. 

Ehmed Ednan Berhawa li bajarê Minbic ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ehmed Ednan Ehmed Ednan Berhawa bi çanda kevnar û qedîm a gelê Ereb mezin dibe. Ehmed Ednan ji hêla malbata xwe ve bi hişmendiya rêzgirtina ji gel û baweriyên din ên ku bi wan re dijî tê mezinkirin. Di temenekî biçûk de dibe şahidê talankirina bajarê xwe û qirkirina gelê xwe. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê Minbicê dagirkirin li ser gelê wî komkujî pêk anî û ev yek hêrseke mezin bi wî re çêkir. Ji ber vê yekê li dijî çeteyan derdikeve. Ehmed Ednan Berhawa ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê girtin û 4 mehan dîl tê girtin. Di dema dîlgirtinê de bi gelek zext û êşkenceyên giran ên çeteyan re rû bi rû dimîne. Ehmed Ednan piştî ku ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar dibe, ji bo gelê xwe ji bin zilma çeteyan rizgar bike tevlî hêzên YPG’ê dibe.
Di demeke kurt de pêngava azadkirina Minbicê dest pê kir û di nava pêngava azadkirina bajarê xwe de cihê xwe digire. Ji bo gel û bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike bi fedekariyeke mezin têdikoşe. Ehmed Ednan di Pêngava Azadiya Minbicê de şahidiya şehadeta bi dehan hevrêyên xwe dike. Ehmed Ednan ji pêşengiya berxwedana Feysel Ebû Leyla ya li hemberî çeteyan û  heta nefesa dawî bi berxwedana fedaî şer dike û şehîd dibe, bi bandor dibe. Ji ber vê yekê navê xwe Şervan guherand, navê Ebû Leyla Şehîd li xwe kir. Bi vî awayî navê fermandar Feysel Ebû Leyla li xwe dike. Piştî ku metirsiya DAÎŞ’ê bi giranî ji holê hat rakirin, vê carê biryar girt ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di nava çeperên berxwedanê de cihê xwe bigire. Li ser vê bingehê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe.

DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA

Ebû Leyla Şehîd bi felsefeya xwişk û biratiya gelan li serê çiyayên Kurdistanê li eniyên herî pêş li dijî dijmin şer kir. Di demeke kin de fêrî jiyana çiyê bû. Ebû Leyla Şehîd bi perwerdehiya leşkerî û bîrdozî ya ku dît, bû gerîlayekî jêhatî. Bi vê bîr û biryardariyeke mezin diçe qadên berxwedanê. Gerîla Ebû Leyla Şehîd bi sekna xwe ya berxwedêrî, bi xwebawerî, wêrekî û bi ruhê têkoşîna mezin pêşengiya xeta Apoyî dike û roj bi roj di îdeolojiya Apoyî de xwe pêş dixe. Gerîla Ebû Leyla Şehîd weke milîtanekî gelê Ereb bi berpirsyariya xwe dizanîbû, her kêlî bi hişmendiya vê berpirsyariyê têkoşiya. Tevî hemû astengî û zehmetiyan jî ti carî dest ji têkoşînê berneda. 

Gerîla Ebû Leyla Şehîd li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi vîneke mezin li ber xwe da, bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin de çû. Bi vê taybetmendiya xwe ji bo berfirehkirina berxwedanê kedeke mezin da. Ebû Leyla Şehîd bi kesayeta xwe ya rast û dilpak bandoreke mezin li ser hemû hevrêyên xwe çêkir. Ebû Leyla Şehîd di êrîşa dijmin a 30’ê Nîsana 2024’an de li gel hevrêya xwe Devrîm Botan şehîd bû. Bi vê meşa bi heybet bû sembola xwişk û biratiya gelan. Bi wêrekî, vîn û têkoşîna xwe mîraseke pir nirxdar li pey xwe hişt.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Colemêrgê polîtîkayên şerê taybet: Fûhûşt, narkotî û çete
Nûçeya Pişt re Hefteya Çanda Kurd li Belçîkayê bi çalakiyên hunerî dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PADÊ bang li Encûmena Dadweriyê kir

PADÊ ji encûmena dadweriyê xwest, biryara têkildarî wan di ber çavan re derbas bike û…

Ji aliyê Stêrk TV

Kuçukbalaban: Qeyûm li pêşiya aştiyê asteng e!

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku li sê bajarên şaredariya wan hate desteserkirin lêkolîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebceyê ji bo pêwîstiyên tenduristiyê yên li Rojava kampanya hate destpêkirin

Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê ya Helebceyê, ji bo bersivê bide pêwîstiyên tenduristiyê yên li Rojava dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?