Megapolîs Log Angelek ji roja Sêşemê ve dimeşe. Li gorî rayedaran, heta evara Şemiyê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gel hewldanên bi hezaran arkujan jî ‘Şewata Palisades’ ber bi bakurrojavayê Los Angelesê ve belav bû.
Şewat li gel Geliyê San Fernando ku nifûsa xwe zêde ye, li ser Muzexaneya Getty û berhemên hunerê yên gelekî giranbiha, gefeke.
Sê rojên dawî ba sekinî ye, lewma arkujan hewldanên xwe zêde kirin. Lê belê tê payin ku ba dawiya vê hefteyê careke din zêde bibe.
Ji ber şewatê heta niha zêdeyî 12 hezar avahî tine bûn an jî xisar li wan bû.
Tê gotin, maliyeta şewatê bi dehan milyar dolar e û li gorî hin pisporan şewata vê carê şewata herî biha ya heta niha bû.
Li herêmên ku şewatê bandor li wan kiriye yan jî veguhestin lê çêbûye, bûyerên talanê jî rû didin. Rayedaran li herêmên Pacific Palisades û Altadenayê ji saet 17:00 heta 06:00 derkretina derve qedexe kirin.