Li gorî nûçeya Rojnewsê, doh bi şev bi dehan wesayîtên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çûn gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê.
Hemû sewqiyata leşkerî di bin parastina PDK’ê de tê kirin. Wesayîtên zirxî di nav deverên dagîrkirî de bi ala herêma Kurdistanê tevdigere. PDK’ê leşkerên Tirk ên dagirker diparêze.