Komîteya Jinê ya Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku endama wan Sîwan Îsa dema bi erkê xwe radibû şehîd ketiye.
Komîteyê got, “Sîwan Îsa salên dûr û dirêj weke parêzvana azadiya jinê û paradîgmaya neteweya demokratîk bi rengekî çalak rol lîst. Herî dawî weke rêveberê Navendê Parastina Mafên Jinan a Komîteya Jinê ya Kantona Cizîrê wezîfe kir. Em sersaxiyê ji malbata Sîwan Îsa û hevrêyên wê re dixwazin.”
Komîteyê diyar kir ku wê têkoşîna Sîwan Îsa dewam bikin û armancên wê bi ser bixînin.
Cenazeyê Sîwan Îsa wê îro li gundê Qira yê bajarê Amûdê bê veşartin.