Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan qala têkoşîna fermandara HPJ’ê şehîd Feraşîn Bêrîtan kir ku 14’ê Berfanbara 2023’an şehîd bû.
Şoreş Alan di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîd Feraşîn de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi rêz û minet bi bîr anî û bi vî rengî axivî:
“Heval Feraşîn di temenekî ciwan de beşdarî nava refên gerîla bû. Di nava malbateke welatparêz de bi ferhenga welatparêziyê mezin bû. Di temenê ciwantiyê de bi hişyariyeke pêşketî têgihişt ku eger divê azad bijî û welatekî azad hebe divê li hemberî dijminan û dagirkeran têkoşînê bimeşîne, divê rêyekê hilbijêre ku li hemberî dijmin, dagirkeran û bi taybetî li hemberî wî mejiyê desthilatdar ku nahêle jin azad bijî û têbikoşe, li hemberî wê rêyekê hilbijêre. Ji ber vê yekê di wî temenî de rêya azadiyê, rêxistina azadiyê hilbijart.
Zanîbû ku rêya hilbijartiye çiqasî hêja ye, zanîbû ku bi vê rêyê dikare bigihêje azadiyê, armanca azadiyê di vê rêyê de pêk bîne. Lewma hîn ji destpêkê ve bi coşeke mezin tevlî bû. Ew şansê me hebû û bextewar bû ku hîn di salên destpêkê de me ji destpêkê ve nas kir. Demeke dirêj di nava têkoşînê de em bi hev re xebitîn. Di gelek kar û cihên kar de timî li pêş bû. Hîn di destpêkê de hewl dida ku çawa bibe jineke pêşeng, bibe fermandarek ku li vî welatî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne û hêjayî gel û jinên Kurd bibe. Ji bo jiyaneke di nava demokrasî û azadiyê şev û roj di nava hewldanê de bû.
Bi dewamî hewl dida xwe perwerde bike. Li gel perwerdekirina xwe, li gel xurtkirina xwe ya ji aliyê siyasî, leşkerî û bîrdoziyê di heman demê de ji bo perwerdekirina bi sedan ciwanên vî welatî jî têkoşiya. Bi taybetî ji bo perwerdekirina jinên ciwan hewldaneke nimûneyî nîşan da. Me ji nêz ve dît ku bi eşq ji bo perwerdekirina jin û ciwanan kar dikir. Bêrawestan kar dikir.
Her wiha kesayetiyek welê bû ku di jiyanê de timî li pêş bû, di kar de li pêş bû. Li kîjan devera vî welatî pêwîstî pê hebû; ji Çilçema heta Selas, heta Dalaho, li Serdeşt heta Merîwan şûn bi şûn li Rojhilatê Kurdistanê kar kir. Li navendê jî di asta fermandariyê de cih girt. Bi taybetî rengê xwe da tevahiya Rojhilat. Li ku derê pêwîstî hebû ku pêşengek bi erk û berpirsyariyê rabe ew lê amade bû. Di temen de ciwan bû, lê belê di fikir de jîr bû, bi aqil bû. Jineke bi jîrî kar dikir. Xwedî bîr û bawerî bû. Bi plan dijiya. Rojane plan ji bo xwe, ji bo hevalan amade dikir. Li ku derê pêwîstî pê hebû, li wir amade bû. Wê ispat kir ku şoreşgerî bicihanîna pêwîstiyê ye. Şoreşger ew kes e ku pêwîstiyan dinase, dibîne û li wir kar dike. Bi vî rengî erka şoreşgerî bi cih dianî. Wê nîşan da ku jinek çawa dikare fermandariyê bike. Çawa dikare li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê bi erk û berpirsyariyê rabe, li kîjan deverê pêwîstî hebe li wir kare kar bike, perwerde bike. Heta şer bike, şer bi rê ve bibe. Ji xebatên perwerdeyê heta bi xebatên rêxistinî, ji xebatên siyasî heta xebatên leşkerî çi pêwîstî hebû hevala Feraşîn ji bo wê amade bû pêk bîne û pêk dianî. Zanîbû ku eger dixwazî li vî welatî şoreşgeriyê bike, divê amade be hemû pêwîstiyên vî gelî, hemû pêwîstiyên gerîla pêk bîne. Bizanibe ku di vê çarçoveyê de kar bike. Ji ber vê yekê dema diçû kîjan deverê, lêkolîn dikir ku rastiya wê herêmê, êşa wê herêmê bi başî nas bike.
Di nava karên rêxistinî de jî bi vî rengî bû. Biçûya kîjan deverê kêmasî tespît dikir, destnîşan dikir ku çareseriyê biafirîne. Ji ber vê hevala Feraşîn li şûna ku lê bû barekî mezin ê rêxistinî hildigirt, barê rêxistinî sivik dikir û li wir kar dikir. Her wiha di nava gel de, bi taybetî li herêma Merîwanê kesayetiya wê ji nêz ve tê naskirin. Gelek mirovan ji nêz ve ew nas kir. Gelê me hevala Feraşîn nas dike. Karê ku li wir bi navê Cêwaz, bi navê Bêrîtan kar kir, her kes ji nêz ve zane û nas dike. Bi taybetî ew kesên ku li gel wê rûniştin, nîqaş kirin heta îro dipirsin, ji ku ber zanin kesayetiyeke ku ji bo dahatûyê, dahatûya vî gelî wead dida. Ji bo dahatûya vî gelî dikarîbû bibûya pêşengeke rasteqîn. Durust bû, bi durustbûna xwe, bi sadebûna xwe nêzî kes dibû. Bi kê re nîqaş dikir, bi xweşewîtî nîqaş dikir. Lewma kesek eger tenê carekê jî hevala Feraşîn dîtibe ew qet ji bîr nake.
Ji aliyê gerîlatiyê ve jineke pispor, jineke pêşketî bû. Li Çilçema, li Merîwan, li Şaho heta Dolîdere, li Bawecanî em demeke dirêj li gel hev têkoşiyan. Di wê demê de ji serê sibehê heta êvarê li ser piyan bû, timî li pêş bû. Dema di nava liv û tevgerê de bû hişyar bû. Ji bo şaşitiyek rû nede her tim amade bû. Di nava jiyanê de mirov zanîbû, dema ew hebe pişta mirov saxlem e. Mirov pê piştrast bû ku dikare her karî bike. Bi taybetî di karê meydanî de gelekî jîr û jêhatî bû. Hemû xebatên meydanî rojane bi cih dianî. Bi salan berpirsyariya taximê hevalên jin bi rê ve bir. Zivistanê di nava şert û mercên giran de taximê hevalên jin hem perwerde kir, hem plansazî amade kir, bi vî rengî bi rê ve bir. Ev yek karekî hêsan nîne. Lê belê ev kar bi salan kir. Bi salan ji payîzê heta biharê bi tenê bi berpirsyarî rabû. Di karê meydanî de timî li pêş bû, pêşengî kir.
Lewma em dikarin bibêjin hevala Feraşîn pêşengek bû. Fermandareke nimûne bû. Di nava hemû şert û mercan de xwe bi başî perwerde kir, xwe gihand. Di nava şertên herî zehmet de ji bo her karî amade bû. Dema ku şehîd ket li ser erk bû. Zanîbû ku eger dewleta Tirk a faşîst û dagirker li Kurdistanê bi cih bibe, wê çi bîne serê gelê Kurd. Dîroka Kurd û Kurdistanê û dîroka dagirkeriya Tirk baş zanî bû. Her wiha dagirkeriya Îranê jî baş zanî bû. Rastiya xeta xiyanetê ya li Kurdistanê jî baş zanî bû. Ji ber vê li ku derê pêwîstî pê hebû li dijî dagirkeriyê têkoşiya, şer meşand. Bi ruhê fedaî têkoşîn bi rê ve bir.
Li hemberî rastiya dijmin, rastiya ‘Jin a Apogerî’ di kesayetiya xwe de afirand. Jinên Apoyî divê çawa be. Jinên fedaî divê çawa be. Jineke xwe plan dike, xwe bi rêxistin dike û dikare çawa her tiştî bi rê ve bibe. Jinek li ku derê pêwîstî pê hebe li wir amade be. Jinek ku di nava hemû şert û mercên zehmet de kare pêşengiyê bike, berpirsyarane nêzîk bibe. Bi wêrekî nêzî her karî bibe. Ji ber vê hevala Feraşîn yek ji fermandarên herî wêrek ên Kurdistanê bû. Di wêrekiyê de qet kêmasiya wê tine bû. Wêrekiya xwe hem di nava jiyanê hem jî di nava şer de nîşanî her kesî dida. Di têkoşîna rêxistinî de jî nîşanî her kesî da. Şehîd Feraşîn li Kurdistanê yek ji kesayetên nimûne bû. Di dîroka têkoşîna me ya li Rojhilatê Kurdistanê de, bi taybetî di dîroka têkoşîna jinê de li Rojhilatê Kurdistanê cihê wê diyar e.
Hevala Feraşîn û Aryen Arê di pêşxistina karên jinê, têkoşîna gerîlatiyê li Rojhilatê Kurdistanê kedeke mezin dan. Ked û rengekî welê dan Rojhilatê Kurdistanê ku heta bi hetayê wê di bîra her kesî de bimîne. Di perwerdekirina gerîla de, di pêşengiya jiyanê de, têkoşîna gerîlayî, di perwerdekirina gel de, di mijûlbûna bi mirovan re, di şert û mercên zehmet ên gerîlatiyê de li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê cihê xwe diyar e. Herdu heval li navçeya Selmas rabûn, li qonaxekê beşdarî nava refên gerîla bûn, di qonaxekê de li Rojhilatê Kurdistanê bi berpirsyarî rabûn, bûn fermandar û pêşengî kirin. Û di yek qonaxê de jî şehîd bûn. Ji ber wê herdu hevalan bi rêzdarî bi bîr tînim, di kesayetiya şehîd Feraşîn û şehîd Aryen de careke din soza xwe li pêşberî hemû şehîdên Kurdistanê, li pêşberî gelê xwe careke din dubare dikin, li ser rêya şehîdan kar û têkoşîna me wê dewam bike, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo vê têkoşînê ber bi serketinê ve bibe.”

