Sendîka û komeleyên Spanyayê ji bo dawî li şerê li dijî Bakurê Sûriyeyê were û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd şermezar bikin li ber avahiya Wezareta Karên Derve û Yekîtiya Ewropayê ya li Madrîdê li hev civiyan.
Çalakî li ser banga konfederasyonên sendîkayan CGT, CNT û Confederación Intersindical, SO sendîka, Anticapitalistas, Rojava Azadî Madrîd û Amistad con Kurdistan li ber avahiya wezaretê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esad li Sûriyeyê, Tirkiyeyê gelê Kurd û bi taybet Kobanê bombebaran kir û hate gotin, “20 roj in bi tank, balafir, balafirên bêmirov; bi taybetî Kobanê, Bendava Tişrîn a li ser çemê Firatê û pira ku rojhilat û rojava bi hev ve girê dide bombebaran dikin. Lê berxwedan li her qadê bi berfirehî dewam dike.”
Di çalakiyê de bang li rêxistinên mirovî û Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku der barê kiryarên Tirkiyeyê de dengê xwe bilind bikin.
Sekreterê Rêxistina CGT’ê Santiago de la Îglesîa bal kişand ser pêwîstiya parastina gelê Kurd û rêveberiya xweser û demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Hêzên dagirker ên Tirk bi êrîş û komkujiyan gef li Kurdan dixwin.”
Nûnerên Solidaridad Obrera diyar kirin ku yek ji armanca çalakiyê ew e ku zextê li Wezareta Karên Derve bikin da ku ji endama NATO’yê Tirkiyeyê îzahatê bixwaze.
Di çalakiyê de ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, naskirina îradeya gelê Kurd û gihandina alîkariya mirovî ya lezgînbang li wezaretê hate kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, hêviyê dide gelan û mirovahiyê diparêze. Hate diyarkirin ku divê pergala xwerêveberiya gel bê parastin û silav ji gelê berxwedêr û hêzên parastinê re hatin şandin.