Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de diyar kir ku hikûmeta wî bi “guhertina rejîmê ya ji esmânan” bawer nake û got ku Brîtanya dê beşdarî çalakiyên êrîşkar ên li dijî Îranê nebe.
Starmer got, “Dema biryarên leşkerî werin girtin, divê gavên ku Keyaniya Yekbûyî diavêje teqez li ser zemînekî hiqûqî bin. Ev hikûmet bi guhertina rejîmê ya bi rêya hewayî bawer nake.” Her wiha wî anî ziman ku leşker dê tenê dema bingeha zagonî zelal be werin peywirdarkirin.
Li aliyê din, Starmer roja berê eşkere kiribû ku wan daxwaza DYA’yê ya ji bo bikaranîna baregehên leşkerî yên Brîtanyayê qebûl kiriye; ev daxwaz ji bo operasyonên “parastinê” yên li dijî rampayên mûşekan ên Îranê hatibû kirin. Piştî vê biryarê, Serokwezîrê ku hem ji baskê çepê hem jî ji yê rastê bi rexneyan re rû bi rû ma, di axaftina xwe ya parlamentoyê de got ku kiryarên “skandal” ên Îranê nabe ku neyên dîtin.
Starmer diyar kir ku Brîtanya rasterast beşdarî êrîşan nabe, lê dê gavên di çarçoveya parastinê de berdewam bikin.

