Piştî ragihandina encamên despêkê yên hilbijartinê, tevgera aliyên siyasî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû despê kirin. Di vê çarçoveyê de wê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê bike.
Li gor agahiyan, Sûdanî wê 18’ê Mijdarê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi aliyên siyasî re hin rêze hevdîtinan bike. Di dawiya serdanê de jî wê tevlî panelek a Zanîngeha Emerîkî ya li Duhokê bibe.
Ev serdana Sudanî di demek welê de ye ku heta niha Komîsyona Hilbijartinê encamên fermî neragihandiye, tenê encamên despêkê hatine ragihandin.

