Asayişa Silêmaniyê di 31’ê Kanûnê de bi awayek hemwext, bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tawanên li dijî jinan de girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê were nîşandan hemû sazî û rêxistinên jinan bi darê zorê girtin. Li dijî girtin û êrîşa li dijî saziyên jinan nerazîbûn berfireh dibin.
Îro jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek li navenda Tevgera xwe ya li Sinûnê da. Daxuyanî bi beşdariya endamên Meclîsa Jin û Tevgera Jin hate dayîn.
‘EM PIŞTGIRÎ DIDIN SAZIYÊN JINAN Û ROJNAMEVANAN’
Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo, daxuyanî da û da zanîn ku her tim li pişta hêz û rastiya jinê ne û wiha got: “Em piştevaniya kar û xebatên pîroz yên saziyên ku dibin deng û rengên jinan, saziyên ku hêz û rastiya jinê bi cîhanê didin naskirin saziyên jinan û rojnemevanan dikin. Tirsa desthilatdaran ji deng û rengê rastiya jin heye ji bo wê jî ev sazî dibin hedefa êrîşên dagirkeran. Destihlatdar dizanin ku saziyên jinan rastî û hovîtiya zilam bi civakê didin naskirin, ji bo wê jî wan dikin hedef. Em weke jin û pêşengên Şengalê piştgiriya her sazî û rêxistinekî jinan dikin. Her demekê hovîtiya xwe zêde dikin û di serî de êrîşî rojnemevanan dikin û wan dikin hedef. Em êrîşên wan şermezar dikin.”
‘EM VAN ÊRÎŞAN ŞERMEZAR DIKIN’
Şemê Remo, di dawiyê de bal kişand ser lîstokên dijminan yên li dijî civaka Kurd û wiha got: “Mixabin her dema ku em dibêjin wê Kurdistan bibe yek dest, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava wê hemû bibe yek dijmin êrîş dike û zextê li ser dike ku dijminatiya hev bikin. Em jî dibêjin em van êrîşan şermezar dikin û tucarî qebûl nakin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidawî bû.