Pêncşem, 21 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îstînafê ji bo CHP’ê biryara ‘butlana teqez’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’ wê 13-14’ê Hezîranê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abdullah Altûntaş piştî 32 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka PJAK’ê bang li Trump kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî Canan Kaftancioglû biryara ‘anîna bi zorê’ hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 ciwan darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: Erk û wezîfeya me ye ku armancên şehîdan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinê: Bi Abdullah Ocalan re muzakereya wekhev, bila TMK bê rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê dayikekê xwe li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an avêt xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza mirina bi guman a jinekê de bersûc hemû hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ komkujiya Parîsê şermezar kir
Jin

TAJÊ komkujiya Parîsê şermezar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komkujiya Parîsê şermezar kir û diyar kir ku kesên komkujiya Parîsê pêk anîn, heman kes in ku îro li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di salvegera duyemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê de ku Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer di 23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujî şermezar kir.

Daxuyaniya TAJÊ bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyeke duyemîn pêk anî. Di vê komkujiyê de pêşenga tevgera azadiya jinên Kurd Evîn Goyî û pê re hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurdistanî Abdurrahman Kızıl şehîd bûn. Em di şexsê jina pêşeng û têkoşera serdema şoreşa jinê hevrê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil de, herî dawî şopdarên heqîqetê rojnamevanên ragihandina azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku îro heman hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî re radigihandin û gihîştin şehadete, tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîrtînin.”

‘GELÊN KU TEHMA AZADIYÊ KIRINE WÊ HESAB JI DIJMINAN BIXWAZIN’

Di vê komkujiyê de careke din dewleta Tirk rûyê xwe yê mêtinger û qirker ê li dijî jinên têkoşer û Kurdistaniyên welatparêz ên di oxira azadiyê de li ber xwe didin ji hemû cîhanê re nîşan daye. Em careke din vê komkujiyê û komkujiyên heta roja îro dewleta Tirk ku aniha li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê pêk tîne bi hêrseke mezin şermezar dikin û dibêjin dem hatiye ev hêrs, kîn û dijminahiya dewleta Tirk li dijî pêşengên şoreşa jinê, Kurdên azad û hemû gelên herêmê dimeşîneli Erdoganê faşîst û qirker bizîvire. Wê gelên ku tehma azadiyê kiriye hesabê van komkujiyan yek bi yek ji dewleta Tirk û hevkarên wê bipirse. Şopdarên Evîn û Sarayan îro bi ruhê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li her qadê li ber xwe didin û tola van komkujiyan hiltînin.

Hevrê Evîn hemû temenê xwe di oxira azadiya jinê de derbas kir. Ji bo şoreşa jinên Kurdistanê di asta cîhanî de were naskirin, ji bo doza gelê xwe bi gelên cîhanê bide naskirin kedeke mezin da. Îro eger ku tevgera azadiya jinên Kurd bandorê li hemû jinên cîhanê dike ev bi saya keda şoreşgera pêşeng hevrê Evîn û Sarayan e. Me weke jinên Êzidî îlhama xwe ji têkoşîna van jinên leheng girt. Me bi saya wan û şervanên dilwêrek ên mîna wan îro xwe bi rêxistin kir û tehma azadiyê girt. Em xwe deyndarê wan û şoreşa wan di oxira wê de têkoşîneke mezin dan dibînin. Wê keda wan, têkoşîn û berxwedana kirine her tim rêya me ronî bike.  

‘SERÇETEYÊ HERÎ XETER ÎRO LI HERÊMÊ ERDOGAN E’

Herêma Rojhilata Navîn bi temamî ji ber destwerdana hêzên kapîtalîst-hegemon, siyaseta qirker û mêtînger a dewletên herêmî di bin gefên nû yê qirkirin û êrîşên dijwar de ne. Rola dewleta Tirk dileyîze ji ya hemû hêzan xeteretir e. Zihniyeta nijadperest û zayendperest di şexsê Erdogan ê dîktator de serî hildaye. Serçeteyê herî xeter îro li herêmê Erdogan e. Di hedefa hemû komên çeteyan de jî jinên li ber xwe didin heye. Jinên ji pergala mêr-dewletê re serî natewînin û hesab dipirsin di hedefa van çeteyan de ne. Ji kiryarên DAÎŞ’ê yên li Şengal, Reqa, Minbic, Dêrezor û hwd. bigre heta kiryarên îro çeteyên Erdogan li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Til Rifet, Şehba û herî dawî Minbic û bi dehan cihên din heman zîhniyet e. Di bingeha gurkirin û dijwarkirina vî şerî de jî hedef girtina destketiyên şoreşa jinê heye. Pêşengên şoreşa jinê bi taybetî tên hedef girtin. Ji ber ku heta niha dewleta Tirk ji ber herdu komkujiyên li Parîsê kirin hesab jê nehatî xwestin viya hîn zêdetir cesaret daye vê dewleta faşîst û qirker ku di herêmê de bûye bela serê gelan. Zîhniyeta hevrê Evîn li Parîsê qetil kir îro heman kiryaran, li dijî jinên li Efrînê, Şehba û Minbic pêk tîne. Hovîtî û pratîkên çetewarî yê ku dewleta Tirk bi xwe û bi destê çeteyên xwe dike wê di bîr û wîjdanê jinên têkoşer de ti carî neyên ji bîrkirin. 

‘DEMA HESABXWESTINÊ YE’

Dinya li hemberî van sucên şer ên dewleta Tirk dike bê deng e. Heta ne tenê bê deng dimîne, hinek destek dikin, hinek teşfîq dikin û hinek jî jê re li çepikan dixe. Bi vê rengî qetilkirin û hedef nîşandana jinên şoreşger û pêşengên şoreşa jinê tê rewakirin. Di şexsê jinên têkoşer, xwedî hêza parastinê, zane û şoreşger de şikandina îradeya jinê tê hedef girtin. Hevrê Evîn û bi hezaran hevrêyê mîna Evînan ji ber di ferqa vê rastiya pergalê de ne tên şehîd xistin. Îro bi hezaran Evîn li her qada têkoşînê li dijî vê zihniyeta xeternak di cenga azadiyê de li ber xwe didin.

Em careke din vê komkujiya ku bi destê dewleta Tirk hatiye kirin û hemû komkujiyên heta roja îro li hemberî jinan û gelên herêm pêk tîne bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin. Em bang li hemû jinan û gelan dikin li hemberî dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bidin. Di serî de ji bo herdu komkujiyên li Parîsê û hemû komkujiyên pêk anîne ji bo hesab ji dewleta Tirk bê xwestin demildest bikevin nava liv û tevgerê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serdanên sersaxiyê ji bo malbatên rojnamevanên hatine qetilkirin
Nûçeya Pişt re QSD: Di êrîşa hewayî de 5 şervanên me şehîd bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk şîna ji bo Nazim Daştan asteng kir

Li Giyadîn ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêber meşiyan

Ciwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo meşiyan û gotin; “Em li piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

Li nêzî bîra petrolê ya Bay Hasan a li Kerkûkê dronehek ket.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji ber pirtûka Rêber Apo salek ceza li girtiyekê hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Înîsiyatîfa Jinê: Bi Abdullah Ocalan re muzakereya wekhev, bila TMK bê rakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Fransayê dayikekê xwe li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an avêt xwarê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?