Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê destpê kir, di sala 13’emîn de li gel mijarên leşkerî û siyasî bi karên xwe yên avakirina civakî jî li herêmê û cîhanê bûye mînak.
Di vê pêvajoyê de di serî de El Nûsra û DAÎŞ gelek rêxistinên çete yên cîhadîst êrîş kirin, her wiha êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin kirin ku bi dagirkeriyê bi encam bûn. Bi vê yekê re bi hezaran mirov neçar man ji cih û warê xwe bibin, li herêmê trajediyên mezin rû dan û polîtîkayên hilweşîner ên demografîk hatin meşandin. Binesaziya herêmê di asteke welê de hate têkbirin ku nema karibe bê bikaranîn.
Li aliyê din, ava vexwarinê jî di nav de ambargo û dorpêçeke giran hate ferzkirin. Bi deh hezaran şehîd hatin dayin, bi deh hezaran jî birîndar. Gelek zarok bê dayik û bê bav man.
Li gel van êrîş û polîtîkayên dijber jî gelê herêmê têkoşîneke mezin meşand û bi rêya rêxistinî û feraseta xwe ya neteweya demokratîk xwedî li dewlemendiya çandî, entîkî û olî ya herêmê derket, li ser bingeha hêza xwe sîstemek ava kir. Yek ji hêmanên esasî yên sîstemê jî rêxistinî û jiyana komunal e.
Di vê dosyayê de me tecrûbeya komuna 13 salan a gundê Carûdiyê yê bajarê Dêrikê yê Rojava nirxand.
Me dîroka kurt a gundê Carûdiyê, pergala mêtingeriyê ya ku di dema rejîma Baasê de dihate ferzkirin, bi pêvajoya şoreşa 19’ê Tîrmehê re mekanîzmayên gund ên biryardayinê û rêxistiniya komunal, karê kolektîf ê gundiyan, têkiliya bi gundên li derdorê re û çavdêriya kesayetên enternasyonal ên serdana gund kir, raxist pêş çavan. Me guh dan gundiyan û rêveberên gund. Me sûd ji arşîvên wêne û dîmenan ên şêniyên gund sûd wergirt, ku karên xwe hemûyan qeyd dikin.
KURTE DÎROKA GUND
Li gorî agahiyên Mihemed Şefa ku ji şêniyên gundê Dêrikê ye û di heman demê de li Dêrikê û gundê xwe mamostetiyê dike, gundê Carûdiyê di navbera salên 1894-539 ê Beriya Zayînê ava bû û dîroka xwe heta digihêje Împaratoriya Babîl a navdar. Şefa got, gundê ku wê demê bi zeviyên xwe yên berhemdar, daristana xwe ya berfireh û çavkaniyên xwe yên avê bal dikişand, di dema Împaratorê Babîlê Nabukadnazar de hate avakirin û diyar kir ku navê Carûd ê li vê derê hate erkdarkirin li gund hate kirin. Mihemed Şefa ragihand ku gund weke cihekî bêhnvedanê hate bikaranîn û ji hingî ve bi navê Carûdiyê tê naskirin.
Şefa ragihand ku piştî pergala axatiyê serwer bû gund ji aliyê axayekî ve hate kirîn, şêniyên gund jî bi axa ve hatin girêdan û diyar kir ku di dema rejîma Baasê de zevî û erdê gund ji aliyê dewletê ve hate desteserkirin. Zeviyên ku bi plana Kembera Ereb hatin desteserkirin, radestî wan malbatan hatin kirin ku ji derve li herêmê hatin bicihkirin.
Gundê Carûdiyê gundekî biçûk ê ji 40 xaniyan e ku derdora 200 kes lê dimînin. Gundî ji heft eşîrên cuda ne ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Gundê ku li ser sînorê herêma Cizîra Botan e, bi ser bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Rojava ve ye.
Li Carûdiyê ku bi Şoreşa Rojava re yek ji wan gundên destpêkê bû ku xwe bi rêbaza komunê bi rêxistin kir, komun sala 2012’an hate avakirin.
Dayika Şerîfe Elî ku bi eslê xwe ji gundê Bana Qesrê ye, ji 18 saliya xwe ve li gundê Carûdiyê dimîne. Dayika Şerîfe ku niha 68 salî ye, yek ji şahidên zindî yên 50 salên dawî yên gund e. Ji bo birayê xwe weke berdêl hatiye zewicandin û li gund bi cih bûye. Dayika Şerîfe bal kişand ser bê edaletiya sîstema keyatiyê ya li gund û şahidî ji wê yekê re kir ku berhemên gundiyan ên bi keda xwe afirandin bi neheqî ji wan hatin standin.
Weke şahida destpêkê ya tecrûbeya jiyana komunal ku bi xwe jî di nav de bû, anî ziman ku di navbera herdu pergalan de cudahiyên gelekî mezin hene. Diyar kir ku gundî berhemên xwe êdî bi rengekî kolektîf diafirînin, piştre di nava xwe de parve dikin û ji vê jî gelekî kêfxweş in.
FIKRÊ KOMUN Û BICIHANÎNA WÊ
Şêniyên gund ku fikrê komun ji parêznameya ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ a Rêber Apo wergirtin, bi dirûşma ‘Ax, enerjî, ava xwe bike komun, jiyana xwe ava bike’ 13 sal in jiyana xwe ya komunal bi rêxistin kirine.
Karên komunê bi navê Şehîd Kanî hatine birêxistinkirin ku yek ji şehîdên destpêkê yên gund e. Di esasê vî karî de jî ew yek heye ku pêwîstiyên bingehîn ên gund bêne tespîtkirin û bi hev re bersiv ji pêwîstiyan re bê dayin.
Hevseroka Komuna Şehîd Kanî, Nerîman Hisên ku ji sala 2012’an dema avabûna komunê û vir ve bi erêkirina gundiyan dest bi wezîfeyê kir, anî ziman ku di nava 13 salên derbasbûyî dee bi rêk û pêk her hefte roja Şemiyê civîn lidar xistin.
Nerîman Hisên anî ziman ku hemû biryarên têkildarî gund bi nîqaş û diyaloga şêniyên gund û komunê têne wergirtin, di rewşeke awarte de jî ew bêyî li benda roja civînê bisekinin bi lez li hev dicivin û bi vî rengî piştî ku biryarê werdigirin, vê yekê bi meclîs an jî yekîneyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser re parve dikin û dixin meriyetê.
Her wiha ragihand ku ji sala 2012’an û vir ve li gundê ku xwe bi rêbaza komunê bi rêxistin kirine ji bo bîranîna Şehîd Kanî bexçeyek li gund hatiye avakirin, kaniya gund hatiye sererastkirin, bi rêbaza kooperatîfê çandiniyê dikin, berhemên werdigirin piştî bersivdayina li pêwîstiyên endamên kooperatîfê, berhemên mayî li bazarê difiroşin.
Nerîman Hisên diyar kir ku li gund saloneke du qatî bi navê ‘Kon’ ava kirine û anî ziman ku ev Kon ne tenê ji bo serdanên sersaxiyê, her wiha weke navendeke civîn, perwerde û pîrozbahiyan jî bi kar tînin, biryarên têkildarî gund li vê derê werdigirin.
Nerîman Hisên bi dewamî anî ziman ku li gund bi rêk û pêk paqijiya hawirdorê tê kirin, çop tê komkirin, li cihên navendî têne îmhakirin û destnîşan kir ku xwezaya gundê wan derfeta pîknîk û bêhnvedanê dide xelkê herêmê.
Nerîman Hisên ragihand ku rêya gund jî bi piştevaniya navxweyî ya gundiyan û hevkariyê hate asfaltkirin, di vê mijarê de wan alîkariya pêwîst ji Rêveberiya Xweser wergirtin, lewma jî spasiya Rêveberiya Xweser dikin. Lê belê piştre şîrkete înternetê li kêleka rê xeta înternetê kişand, lewma hin deverên rê xera bûne.
Nerîman Hisên got, ji bo ev rewş nebe sedema qezayan wan serî li qadên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser dane ku rê jinûve sererast bikin, lê belê heta niha di vê mijarê de gaveke şênber nehatiye avêtin.
Gund li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin kiriye. Nerîman Hisên anî ziman ku bi vê armancê dewreyên perwerdeya leşkerî hatin lidarxistin, perwerdeyên taktîk û teknîkê hatin dayin.
Nerîman Hisên diyar kir ku di demên derbasbûyî de ji hêzên xweparastinê yên gund şehîd û birîndarên wan jî çêbûn.
Li aliyê din, di bin sîwana gund de perwerdeya tenduristiyê ya alîkariya destpêkê hate dayin. Nerîman Hisên anî ziman ku hevgirtina ciwan û zarokên gund xurt e û gelek aktîvîteyên civakî û çalakiyan bi hev re lidar dixin.
Nerîman Hisên diyar kir ku her Şemiyê ew bi wesîleya roja komunê dicivin, perwerdeyê dibînin û niha manîfestoya dawî ya Rêber Apo dixwînin, li ser nîqaşê dikin û hewl didin fêhm bikin.
Berdevkê Komîteya Aboriyê ya Komuna Şehîd Kanî, Kawa Mihemed Delî anî ziman ku aboriya gund xwe dispêre çandinî û sewalkariyê û got, piştî ku modela Rêveberiya Xweser kete meriyetê zeviyên çandiniyê yên berê bi ser xezîneya dewletê ve bûn pêşkêşî xizmeta kooperatîfên gundan hatin kirin; zeviyek ji 50 hektarî weke milkê kolektîfa gund hatiye çandin, berhemên têne bidestxistin jî bi rengekî wekhev li gundiyan têne parvekirin.
Ji şêniyên gundê Carûdiyê Mihemed Şerîf Abdulkerîm bi bîr xist ku parastina herêmê ji her cûre êrîşan wezîfeya hevpar a her eksî ye û got, heta niha ji gundê wan 8 şehîd dane, lê belê têkoşîna xwe dewam dikin.
Dayika Heyat ku di nava gel de bi navê Dayika Şehîd Zîn tê naskirin, diyar kir ku wan fikrê komun ji Rêber Apo wergirtine û gelê Kurd bi Rêber Apo re xwe nas kiriye. Her wiha ragihand ku tecrîda li ser Rêber Apo dibe sedema fikarên mezin, lê belê piştî 27 salan wan peyama bi dîmen temaşe û guhdarî kirin, vê yekê ew jinûve anî ser xwe, hêviyeke mezin afirand û nîşan da ku xwîna şehîdan belasebep neçûye.
Endamên Komuna Şehîd Kanî, Dayika Necda û Mamoste Nûreddîn diyar kirin ku li bexçeyê hevpar ê gund 30 malbat bi hev re çandiniyê dikin û berhemên bi dest dikevin jî bi wekhevî têne parvekirin.
Omer Ahmed û Dayika Necda amadekariyê ji bo mewlûda malbateke li gund dikin. Ji beşdarên mewlûdê yên ji gund û bajarên derdorê, Şexmûs Demîrkasim bal kişand ser yekîtî û hevgirtina li gund û got, gundî di rojên baş û nebaş e her tim bi hev re ne, di nava piştevanî û yekîtiyê de ne.
Ji gelek gelên cuda jî enternasyonalîst serdana gund dikin û çavdêriya komuna gund dikin. Yek ji enternasyonalîstan ku naxwaze navê xwe û rûyê xwe eşkere bike, bi navê Derya anî ziman ku jiyana civakî û komunal a li gundê Carûdiyê gelekî bandor lê kiriye û dema vegeriya welatê xwe wî hewl bide vê rêbaza jiyanê û modelê ji gelê xwe re vebêje.