Yekşem, 30 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dîroka me, îfadeya berxwedaniya me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Listîkvan Tîlbe Saran: Ger vegerin rêgezên demokratîk wê piştgiriya pêvajoyê zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Aştî bi qasî şer egîdiyê dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Kerboranê didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Tehma jiyanê li ser axa min e’
Kurdistan

‘Tehma jiyanê li ser axa min e’

Wefa Fêsel a ku piştî demeke dirêj vegeriya Şengalê got, "Tu cih ji xaka mirovan xweştir nîne. Tu cih bi qasî cihê me xweş nîne. Xwesteka me ew e ku hemû kes vegerin ser xaka xwe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji ber fermana sala 2014’an bi hezaran Êzidiyên Şengalî neçar man ku koçî deverên cuda bikin. Beşeke mezin a Êzidiyan li Başûrê Kurdistanê di kampan de man û beşek jî jê koçî derveyî welat kirin. Her wiha her ku diçe jî vegera welatiyên Êzidî ya ji bo Şengalê jî zêde dibe û kampên ku lê dimînin hêdî hêdî vala dibin. Piraniya kesên ku vedigerin ser xaka xwe jî behsa zilm û nexweşiyên li kampan dikin.

 

Wefa Fêsel yek ji wan e ku li cih û warê xwe vegeriya ye. Wefa Fêsel ne demeke dirêj e ku ji kampa li  Başûr vegeriyaye Şengalê. Wefa têkildarî serpêhatiya xwe ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku xweştirîn hest jiyana li cihê ku mirov lê ji dayîk bûye ye.

‘TU CIH BI QASÎ XAKA ME NE PÎROZ E’

Wefa Fêsel di destpêka axaftina xwe de behsa serpêhatiyên xwe yên koçkirina di demên fermanê de û biryara vegera ji bo Şengalê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Di fermanê de em neçar man ku koçî Başûr bikin. Em li malên milet bûn û piştre jî dema ku kamp hatin avakirin, em derbasî li wir bûn. Lê belê niha ez vegeriyame Şengalê. Tu cih ji xaka mirovan xweştir nîne. Tu cih bi qasî cihê me xweş nîne. Xwesteka me ew e ku hemû kes vegerin ser xaka xwe. Her wiha em dixwazin alikariya kesên ku dixwazin vegerin jî bikin ku ya giring ew e ku em axa xwe ji kesî re nehêlin. Xwestek û daxwaza min ji hemû civaka Êzidiyan ew e ku bila vegerin ser xaka xwe û em dikarin alikariya kesên ku ji ber kêmderfetiyan nikarin vegerin jî bikin.’’

‘EZ LI SER XAKA XWE KÊFXWEŞ IM’

Wefa Fêsel bal kişand ser jiyana li kampên Başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha berdewam kir:  ‘’Li wir jiyan pir zehmet bû, me nedikarî em li wir bi awayekî rehet bijîn. Bo nimûne ji tirsa şewata konan me nedikarî em sobê yan jî ceyranê vêxistî bihêlin. Gelek zarok, jin û ciwan di encama şewata konan de jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji kesên ku li wir diman dixwestin vegerin ser xaka xwe lê belê ji ber kêmderfetiyan nedikarîn. Ez jî yek ji wan kesan bûm lê belê derfetên min nebûn. Lê belê piştî ku em hatin serdana Şengalê  me ji rêxistina xwe ya li vir alîkarî xwest û wan jî alikariya me kir ku em vegerin. Ger alîkariya wan nebûya me nedikarî em vegerin. Niha jî ez gelekî kêfxweş im ku li ser xaka xwe dijîm.”

‘JIYANA LI KAMPAN TIRSNAK E’

Wefa Fêsel bal kişand ser jiyana zehmet ya li kampan û da zanîn ku li kampan gelekî jiyan gelekî zehmet e û li wir gelek bûyerên biêş hene û got: “Beriya niha jiyana li kampan pir zehmet bû lê belê niha zehmetiyên wê zêdetir in. Me digot ku em di çadirên xwe de ne û kes têkilî me nabe. Lê belê ne wisa ye. Zehmetiyên koçkirinê û jiyana li wir pir in. Bo nimûne ku bûyereke pir biêş e, zaroka 6 salî ya bi navê  Axîn hate rewandin, destdirêjî lê hate kirin û bavê wê jî hate qetilkirin. Ger ew zarok keçeke ji malbata Barzaniyan bûya wê cezayeke giran li kujerê bihata birîn. Lê belê kujerê Axîna Biçûk ne diyar e. Ev yek tenê mînakekeke biçûk bû. Tiştên gelekî xirabtir dihatin jiyîn. Welatiyên li kampan ji tirsa xwe dengê xwe nedikirin û nedikarîn tiştekî bibêjin. Ew jî ji ber zarokên xwe ditirsiyan.’’

‘JIN Û MÊR HEV DU TEMAM DIKIN’

Wefa Fêsel da zanîn ku sîstema niha li  Şengalê hatiye avakirin, sîstemeke jiyana aram û  wekhev e û ev yek jî gavên mezin bi jinan dide avêtin û wiha pêde çû: “Şengal niha gelekî xweş bûye. Beriya niha têkildarî jinan hinekî qalibên me yên girtî hebûn. Jinan nedikarî gavekê bavêjin, digotin şerm e. Lê belê niha sîstemeke me heye û jin û mêr dikarin bi hev re karê xwe bikin. Tiştek pêwîst hebe,  jin jî dikarin bikin, mêr jî. Ev yek jî jiyanê aramtir û hesantir dike. Jin karên xwe li hêviya kesî nahêle, dikare bi xwe bike û ev yek jî tiştekî gelekî xweş e.”

‘HÊZA JINAN EW BI XWE NE’

Wefa  Fêsel di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina çanda xwe û mezinkirina hêza xwe vegerin Şengalê û axaftina xwe bi van gotinan  bi dawî kir: ‘’Li kampan jin tim bi zilmê re rû bi rû ne. Li wir jin bawerî û hêza xwe nabîne. Dibêjin ku hikumet li pişt  jinan e û  ji ber wê jî jin bi xwe gavekê naavêjin. Ev yek jî şaş e ku divê jin bi xwe gavên azadiyê biavêjin. Hêza jinan ew bi xwe ne. Ew ruh li vir, li ser axa Şengalê heye. Ji ber wê jî divê hemû jinên Êzidî vegerin ser axa xwe û hêza xwe zêdetir bikin. Di heman demê de jinan heya niha çand û baweriya me parastiye. Qub û ziyaretên me hemû li vir in, em dikarin li vir egerên baweriya xwe bi cih bînin û xweştir û aramtir bijîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanên berê xwe didin çiyayên Kurdistanê: Em tevlî Rêbertî bibin
Nûçeya Pişt re Kanadayê Muxafizên Şoreşê yên Îranê xist ‘lîsteya rêxistinên terorê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

Mezopotamyayê ku bi salan depoyên li Danîmarkayê bûn, ji nû ve dest bi deşîfrekirina wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Omer Olker bên darizandin

Dayikên / Mirovên Şemiyê di çalakiya xwe ya hezar û 46’an de xwestin ku faîlên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qoserê ji bo şehîdan meş

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?