Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 10 mehên destpêkê yên sala 2025’an de 285 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Herî dawî meha derbasbûyî 19 jin hatin kuştin, 22 jin jî bi gumanbarî mirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Parlamentera Amedê Halîde Turkoglû anî ziman ku tundiya zêdebûyî bi têkoşîna ji bo jiyana azad û wekhev û demokratîkbûnê dikare bi dawî bibe. Halîde Turkoglû işaret bi girîngiya têkoşîna jinan a ji bo pêvajoya aştiyê kir û got, “Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna li dijî tundiyê ye.”
‘DIVÊ AŞTÎ CIVAKÎ BIBE’
Halîde Turkoglû ragihand ku civînên jinan, danûstandinên bi têkoşîna jinan a li qadên civakî û nîqaşên ji aliyê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ve têne kirin hîmekî girîng ê karên aştiyê ye û got, “Li gel Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya min bi Aştiyê heye, em dibînin ku jinên ji saziyên sosyalîst, femînîst û saziyên cuda helwesteke erênî ji bo aştiyê nîşan didin.” Halîde Turkoglû diyar kir ku ji bo aştî li nava qadên jiyanê belav bibe divê ew polîtîkayê hilberînin.
Her wiha got, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kir, berpirsyariya her kesî pênase dike. Dema ku em qala aştiyê dikin, em qala pêvajoyeke ji demokratîkbûnê jî dikin. Heta ku aştî civakî nebe pirsgirêk çareser nabin. Rêveçûna bi lawazî ya pêvajoyê yek ji sedemên herî mezin ên vê yekê ye.”
‘POLÎTÎKAYÊN EWLEKARÎPERESTIYÊ BÊHNÊ LI JINAN DIÇIKÎNIN’
Halîde Turkoglû anî ziman ku desthilatdariya heyî meseleyê li ser polîtîkayên ewlekariyê dinirxîne û ragihand ku ev nêzîkatî bêhnê li gel û jinên Tirkiyeyê diçikîne, çareseriyekê pêşkêş nake. Halîde Turkoglû diyar kir ku ev rewş krîza pêvajoyê kûr dike û got, “Di her civîna bi jinan û têkiliya bi saziyan re em li ser wê yekê nîqaşê dikin ku aştiyê çawa civakî bikin. Em dixwazin vê meseleyê êdî ji bin yekdestiya desthilatdariyê derxînin. Hebûna nûnerên partiyên siyasî li komîsyonê têrê nake; divê mijarê bigihînin civakê. Her wiha aştî tenê bi meclîsê nabe; nêzîkatiya sererastkirina edaletê ji bo vê pêvajoyê nebe nabe.”
Halîde Turkoglû işaret bi girîngiya rûbirûbûna civakê bi vê pêvajoyê re kir û bi bîr xist ku siyaseta dijberiyê ya bi salan her tişt li ser dijminatiyê da rûniştandin û polîtîkayên desthilatdariyê jî ji vê yekê cuda nîne.
Halîde Turkoglû anî ziman ku li gel vê yekê jî jin di pêvajoyên aştiyê de xwedî tecrûbeyeke cidî ne û got, “Dibe ku em tevlî komîsyonê nekiribin, dibe ku li saziyên jinan guhdarî nekiribin. Lê belê divê jin li qadê, li kolanan, li nava malan û taxan têkoşîna aştiyê mezin bikin. Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna li dijî tundiyê ye.”
‘TIŞTA KU DAWÎ LI TUNDIYÊ BÎNE TÊKOŞÎNA JINÊ YE’
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê anî ziman ku bi kûrbûna polîtîkayên şer re tundiya li dijî jinan zêde bûye, ev yek veguheriye polîtîkayeke hilweşandina civakê û destnîşan kir ku aştî jiyana mirovan diguherîne.
Halîde Turkoglû ragihand ku demokratîkbûn, têkoşîna azadiya jinan û sazîbûna jiyaneke exlaqî ya li dijî tundiyê bi aştiyê dibe û got, “Hêza bingehîn a ku van qadan ava bike têkoşîna jinê ye. Pêwîstî bi demokrasiyeke rasteqîn heye; ji ber ku her welat xwe demokratîk ragihîne jî rastiya wan a siyasî û civakî bi giranî antîdemokratîk in. Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ye û yek ji hêmanên esasî yên vê têkoşînê jî jin in.”
Halîde Turkoglû di dawiya axaftina xwe de got, “Li civakeke ku jin xwedî jiyaneke azad û wekhev bin, wê siyaseta cudakirin û dijberkirinê ji holê rabe. Ya ku tundiyê bisekinîne û jiyaneke azad û wekhev ava bike, derfet û qanûnên vê biafirîne têkoşîna jinê ye.”

