Li Kurdistanê bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe. Yek ji bajarên ku ev zêdebûn lê heye Amed e. Hevbredevkê ‘Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Şiyar be’ Mûrat Kan li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got “Di serî de Amed li cografya Kurdistanê zêdebûna narkotîkê, fûhûş û qumarê xwedî hin sedeman e. Bêguman ev ji sîstemê cuda nînin. Weke bandoreke stratejiya polîtîk a sîstema serwer divê bê nirxandin. Dema dawî sîstema şerê taybet veguherî şêweyê qirkirina civakê. Em bi rewşeke welê re rû bi rû ne ku êrişa yekser li civakê tê kirin, civak tê parçekirin û yekbûna civakî tê xerakirin. Li gel vê yekê sîstemeke şerê taybet heye ku nirxên civakê binpê dike. Di serî de narkotîk gelek varyantên din pêwendiya xwe bi vê stratejiyê heye. Bi taybetî bi plana têkbirinê ya piştî sala 2014’an rejîma şerê taybet veguherî sîstemeke ku yekser bi ser civakê ve diçe. Polîtîkaya şerê taybet veguheriye şêweyê qirkirineke giştî.”
RASTIYA RIZANDINÊ YA CIVAKÊ
Kan diyar kir ku bikaranîna madeyên narkotîkê di asteke metirsîdar de ye û got, “Civak her roj xizan bû, ji xwe dûr ket û rastiya xwe winda kir. Divê mirov vê rastiyê ji nedîtî ve neyên. Şer bi xwe bi demê re dejenere dibe û civakê dirizîne. Encameke welê derkete holê ku hebûna xwe li ser çetebûyîn û narkotîkê da avakirin. Aliyekî din jî ew e ku civak xizan bûye. Bi taybetî şerê bi salan civaka Tirkiyeyê xizan kiriye. Ji ber vê yekê dînamîkên cuda yên civakê neçar man bikevin nava lêgerînên cuda. Rê li ber rastiyeke civakî vekir ku ji nirxên xwe dûr ket.”
‘DIVÊ EM NIRXÊN XWE YÊN CIVAKÎ AVA BIKIN’
Kan destnîşan kir ku têkoşîna li dijî narkotîkê bi rêxistinbûnê dibe û got, “Narkotîk êrişê dibe ser nasnameya kolektîf a civakê. Têkildarî narkotîkê û varyantên wê yên din tişta herî girîng a bê gotin ev e. Li hemberî vê yekê em dikarin çi bikin? Divê em ji cihê ku me lê winda kiriye destpê bikin. Li hemberî mijarên ku êrişî nasnameya me ya kolektîf dikin em têbikoşin. Ev yek jî bi rêxistiniyê dibe. Divê em nirxên xwe yên civakî ava bikin. Em pîvanên xwe yên exlaqî û polîtîk li her qada jiyanê serwer bikin û ji bo vê têbikoşin. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet bi avakirina civakîbûna xwe em dikarin hebûna xwe biparêzin. Rêya vê jî weke ku min got, rêxistinbûn e.”

