În, 4 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E’yê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 34’emîn banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşaneke jineke ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Temellî: Çareseriya xitimîna Tirkiyeyê pêkan e
Rojane

Temellî: Çareseriya xitimîna Tirkiyeyê pêkan e

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir çareseriya xitimîna Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê pêkan e. Temellî bal kişand ser perspektîfa çareseriyê ya rêya sêyem.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku heya hilbijartinên 2028’an têkoşîna li Tirkiyeyê wê li ser xeta di navbera demokratîkbûyîn û otorîterbûna pergala avabûyî de dewam bike û wiha berdewam kir: ‘’Ji bo serkeftina têkoşîna demokrasiyê hewce ye hem muxalefeta siyasî hem jî ya muxalefeta civakî li ser xeta berfirehkirina demokrasiyê bin. Ger ev yek were kirin, dibe ku dawî li rejîmê were û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe.’’

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî encamên hilbijartinên xwecihî ji ANF’ê re nirxand.

Temellîyî anî ziman ku divê hilbijartinên xwecihî  ne tenê di çarçoveya serokatiya şaredariyan û endamtiya meclîsên şaredariyan de were nirxandin, divê di çarçoveya guhertina tabloya siyasî de jî were nirxandin.

FAKTORA BINGEHÎN HELWESTA LI HEMBERÎ PIRSGIRÊKA KURD E

Temellî anî ziman ku ji aboriyê heya nerazîbûna teqawîtan, ji perwerdeyê, tenduristiyê û rêveberiyên herêmî encamên van hilbijartinan diyar kirine û got:  ‘’Ji aliyê eşkerekirina egerên hemû faktoran ve faktoreke bingehîn derdikeve pêşiya me. Ew jî bê guman helwesta AKP’ê ya li hemberî  pirsgirêka Kurd e. Helwesta AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd polîtîkayên şerî, dijminatiya li dijî gelê Kurd, çaresernekirina pirsgirêkê, tasfiyekirina siyaseta demokratîk, hewldana birêvebirina Tirkiyeyê ya bi zîhniyeta qeyûman faktora bingehîn pêk tîne. Her wiha ev yek jî di warên aborî, siyasî û civakî de krîzan derdixîne holê.’’

WÊ ÇAR SAL BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BIBIN

Temellî bal kişand ser hilbijartinên sala 2028’an û got: ‘’Tirkiye wê çar salan li ser xeta di navbera demokratîkbûyîn û otorîterbûna pergala avabûyî de be. Ji bo serkeftina têkoşîna demokrasiyê  hewce ye hem muxalefeta siyasî hem jî muxalefeta civakî li ser xeta berfirehkirina demokrasiyê bin. Ger ev yek were kirin, dibe ku dawî li rejîmê were û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Her wiha çar salên li pêşiya me wê bi vê têkoşînê derbas bibin.’’

DIVÊ PIRSGIRÊK JI HEMÛ ALIYAN VE WERE NIRXANDIN

Temellî diyar kir ku muxalefeta ji bilî DEM Partiyê divê hem ji encamên hilbijartinan û hem jî ji pêvajoya heyî dersên girîng bistîne û wiha pêde çû: ‘’Divê êdî tifaqên ku girêdayî civakê hatine avakirin di siyasetê de xwe zêdetir nîşan bidin. Ev hemû geşedan wê pêvajoyê diyar bikin. Me dubare banga xwe li hemû muxalefetê kir. Ger li hemberî banga me helwesteke êrênî were nîşandan pêkan e ku Tirkiye ji vê xitimandinê derbas bibe. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo azadî û aştiya gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Ji ber vê yekê jî divê pirsgirêk ji hemû aliyan ve were nirxandin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berlînê Moskowayê bi ‘êrîşa sîber’ sûcdar kir: Wê encamên wê hebin!
Nûçeya Pişt re Nasnameyên 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn hatin eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê hişyarî da: Çeteyan 15 hezar koçber dorpêç kirin, gelek jî revandin

QSD'ê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li herêma Şehbayê 15 hezar mirov dorpêç kirine û…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê êrîş bir ser Hûsiyan: 4 mirî, 39 birîndar

Îsraîlê weke bersivek li êrîşên milîsên Hûsî ya li ser balafirgeha Gen Gurion a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tebqayê 2 endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Li çoltera Tebqayê di encama operasyona hêzên QSD’ê de 2 pisporên teqemeniyê yên endamên çeteyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?