Pêwîstî pê heye ku jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de vê cejnê, têkoşîna wekhevî û mafên jinan, bi taybetî jî li qadên profesyonel ên ku bi rengekî çalak demeke dirêj e jin têne sembolîzekirin bînin bîra xwe. Yek ji van qadan jî têkiliyên derve ye.
Li gorî Endeksa Jinan a li Dîplomasiyê, jin niha li sefaretxaneyên bilind ên dîplomatîk hemûyan ji sedî 22.5 ê wezîfeyan temsîl dikin; ev yek tê wê wateyê ku li tevahiya cîhanê yek ji pênc sefaretxaneyên bilind di destê jinan de ye.
Ji sedî 21 ê sefaretxaneyên bilind ên Neteweyên Yekbûyî jin e. Rêjeya sefîrên bilind ên jin li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Latîn Emerîka û Ewropayê ji sedî 29, li Efrîkayê ji sedî 22, li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur ji sedî 22 û li Asyayê jî ji sedî 13 ye.
Welatên ku temsîliyeta jinan li sefaretxaneyên bilind herî zêde ye Belize, Lichtenstein û Zelanda Nû ye; li van welatan sefîrên bilind ên jin ji sedî 50 ye. Piştî wan Hollanda, Norwêc û Kanada tên; para her yekî jî ji sedî 49 e. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka jî di vê lîsteyê de bi rêjeya ji sedî 40’î di rêza 12’emîn de ye.
Welatên Latîn Emerîka li gorî herêmên din bi taybetî derdikevin pêş: Sê welatên Latîn Emerîkayê (Belize, Surinam û Kost Rika) ji aliyê sefîrên bilind ên jin ve di lîsteya deh welatên destpêkê de ne. Efrîka jî kêm nîne; jin hîn bêhtir tevlî siyaset û dîplomasiyê dibin. Mîna di sala 2024’an de Serokkomarê Kenyayê Ruto di Roja Jinan a Navneteweyî de deh sefîrên bilind ên nû ku temamiya wan jin bûn tayîn kir.
Li gelek welatan jinan di dema nêz de di asta wezîra karên derve yan jî pozîsyonê bi heman rengî wezîfe kir an jî hîn dikin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Hillary Clinton, Dondoleezza Rice û Madeleine Albright, li Koreya Bakur Wezîra Karên Derve ya heyî Choe Son Hui’yi, yan jî li Zelanda Nû Wezîra Karên derve ya jin a destpêkê Nanaia Mahuta.
Baş e ya dîplomatên jin ên Rûs? Di sala 1924’an de Alexandra Kollontai bû jin a destpêkê ku weke sefîra bilind a derveyî welat hate tayînkirin. Piştî sed salî Erebistana Siûdî di sala 2024’an de li welatên cuda pênc jin ji bo sefaretxaneya bilind tayîn kir. Bi vî rengî ji aliyê hejmara sefîrên bilind ên jinê ve Rûsya li pey xwe hişt. Li gorî Endeksa Jinan a Dîplomasiyê, Rûsya di nava welatan de xwedî rêjeya herî kêm a sefîrên bilind ên jin e. Di lîsteyê de ji dawiyê ve di rêza duyemîn (57.) de ye.
Li gorî daneyên dawî yên fermî ku di malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de sala 2026’an li derveyî welat hejmara jinên ku di asta sefîra bilind de Rûsyyaê temsîl dikin ji nava 121 sefîrên bilind ên awarte û xwedî erka tam tenê sê jê jin e: Li Komara Mauritiusê Irada Zeynalova, li Komara Bulgaristanê Eleonora Mitrofanova û li Komara Çekê Anna Ponomareva.
Bi vî rengî hejmara giştî ya jinan a Sefîrên Bilind ên Rûsyayê tenê ji sedî 2.5 e.
Di payeyên dîplomatîk de jî li gorî agahiyên li malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, li Rûsyayê ji 209 sefîran tenê şeş jê (Kêmî ji sedî 3) jin e, ji 112 sefîran çar jê (Ji sedî 3.5) jin e.
Li gel vê yekê Wezareta Karên Derve gelek jinan tevlî kar dike û ev hejmar her sal zêde dibe. Di nava çend salên dawî de hejmara jinên ku ji bo midûriyeta departmanê hatine tayînkirin gav bi gav zêde bûye. Niha li wezaretê çar midûrên departmanê jin e û Midûriyeta Karan û du departmanên taybet ne did nav de bi giştî 41 departman hene. Lê belê hîn jî pozîsyoneke bi tenê ya alîkariya wezîr a jinê nîne.
Li Rossotrudnichestvoyê rewş hinekî din baştir e: Ji sedî 34 ê ji 87 mîsyonên derveyî welat (Mala Rûs) ji aliyê jinê ve têne birêvebirin û ji deh serokên beşê jî jin e. Lê belê dema ku mirov derbasî qedemeya bilind dibin, di nava alîkarên pênc serokan de jinek bi tenê jî nîne.
Li qada têkiliyên derve jî rewş bi heman rengî ye; ji aliyekî ve gelek jin wezîfeyê dikin, li aliyê din jî di pozîsyona lîderiyê de rêjeya jinan gelekî kêm e. Mînak li Akademiya Zanistên Rûs li Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Pirsgirêkên Global de bi giştî 34 endam hene, lê ji van tenê 7 jê jin e. Ji 6 Enstîtuyên Akademîk ên Têkiliyên Navneteweyî tenê 2 jê ji aliyê jinan ve têne birêvebirin û ev tayînkirin hîn nû hatine kirin.
Mînak ji 89 waliyên herêmî yên li Rûsyayê tenê 2 jê jin e. (Waliya Herêma Xweser a Yahûdî Maria Kostyuk û Waliya Herêma Xweser a Nenetsê Irina Gekht); ev jî ji sedî 2 ê hemû waliyên li Rûsyayê ye.
Ev yek li dijî nîşaneyên têklidarî tevlîbûna jinan a pêşvebirina aboriya Rûsyayê ye. Di roja heyî de ji sedî 40 ê karsazên li Rûsyayê jin e. Di nava karsaziya civakî de para wan ji sedî 90, di sektora afirîneriyê de ji sedî 60 e. Rûsya bi rengekî kevneşop di perwedeyê de ji sedî 80, di zanistê de ji sedî 39 xwedî rêjeyeke bilind a temsîliyeta jinan e. Zêdeyî 130 hezar jin mamostetiyê dikin.
Li qada dîplomasiyê radestkirina wezîfeyên temsîliyetê û lîderiyê ji bo jinan, wê di vê serdemê û paşerojê de weke nîşaneyeke navneteweyî û hundirîn a dilsoziya dewletekî bi pêşketina ahengî û aştiyane de xizmetê bike.

