Daxuyaniya Tev-Çand Ewropa bi vî rengî ye:
“Yek ji stûnên Çand û Hunera Şoreşgerî ya Rojavayê Kurdistanê Elî Mansûr ku bêhtirî 40 salan bi dilnizmî û kesayetiya xwe ya bêdeng di tekoşînê de cih girt, şeva bi ser 10 Nîsanê de ji ber nexweşiyê wefat kir.
Elî Mansûr bi hevalên xwe re di sala 1986’an de Koma Agirî ava kirin.
Di nava van salan de bi dehan stran çêkirin, bi dehan melodî afirandin.
Yek ji melodî û muzîkên wî yên bi nav û deng melodiya strana ‘Mezin Apo Bilind Apo, Apê me’ bû ku heya niha jî li ser zimanan e.
Bi dilnizmiya xwe, cihê xwe di dilê her kesî de çêkiribû. Di demên herî dijwar de Elî Mensûr girêdayî nirxên netewî ma û ticarî rê neda ku hunera wî bikeve riya bazarên qirêj.
Di temenekî ku hîn dikarîbû pir berheman biafirîne, de pişta xwe da hezkiriyên xwe.
Em weke Tev-Çand Ewropayê, bi koça dawî ya hunermendê welatparêz xemgîn bûn.
Ji malbat, hezkirî û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin.
Cihê wî buhiştbe.”

