Îro li Kerkûkê piştî bi salan, kongreya navxweyî ya Tevgera Goran bi çavdêriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê pêk hat.
Di kongreyê de 880 delege amade bûn. Lê di dema xwendina rêziknameya navxweyî de 291 delege ji salona kongreyê derketin. Piştre rêzikname bi dengê delegeyên amade hat erêkirin.
Her wiha di kongreyê de Dana Ehmed Mecîd bi piraniya dengan wek serokê giştî yê Tevgera Goran hat hilbijartin.

