Li gorî agahiyên ku rojnemevan û siyasetmedar li kulîsên Enqereyê ragihandine, tê payîn ku “qanûna çarçoveyê” ku bi mehan in di rojevê de ye, ev hefte bikeve Meclîsê. Tê diyarkiri ku verastkirina ku tê pêşbînîkirin di meha Tebaxê de were qanûnîkirin û di meha Îlonê de bikeve meriyetê, sê sernavên bingehîn ya derbarê kesên li sirgûnê, girtiyên li girtîgehan û vegera gerîlayan di nava xwe de dihewîne. Lê derbarê çarçove û naveroka qannûnê hîna daxuyaniyekî fermî nehatiye kirin.
Dema ku nîqaşên derbarê qanûna çarçoveyê de dewam dike, hêviya çareseriyê ya civakê jî ji nû ve bi hêz bû. Gelek kesên ku şahidî ji pêvajoyên çareseriyê yên berê re kirine, destnîşan dikin ku serdema heyî xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wekî dewama pêvajoya ku di 2013’an de destpê kir e.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmen ku di pêvajoya 2013’an de xebatên sendîkayî meşand, di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hikma Kanûnê (KHK) ji erk hate derxistin û di sala 2019’an de tevî ku ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin jî mazbataya xwe negirt, derbarê pêvajoyê de nirxandinan kir.
Hulya Alokmen diyar kir ku geşedanên piştî pêvajoya beriya niha zirareke mezin da siyasetê. Hulya Alokmen tevî vê yekê jî hêviya aştiyê qet têkneçû û têkoşîn berdewam dike. Hulya Alokmen bal kişand ser girîngiya bingeha diyalogê û îradeya siyasî ya derketî holê û anî ziman ku salên borî ezmûnên girîng hatien bidestxistin. Hulya Alokmen destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd li gorî salên berê êdî ne tenê meseleyeke navxweyî ye di heman demê bûye aliyek navneteweyî. Hulya Alokmen anî ziman ku gel bi heman hêvî û biryardariyê pêvajoyê dişopînin û got, “Êş û bedelên giran ên hatine dayîn nîşan didin ku dema aştiyeke bi rûmet hatiye.”
‘RUHÊ HER SERDEMEKÊ HEYE’
Hulya Alokmen anî ziman ku pêvajoya aştiyê ya 2013-2015’an û pêvajoya heyî di heman şert û mercan de nayên nirxandin û da zanîn ku her serdem li grî xwe şert û mercên wê yên siyasî û civakî hene. Hulya Alokmen wiha berdewam kir: “Mirov cîhana 2015’an û cîhana Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ya 2026’an bi heman awayî binirxîne li derveyî xwezayê ye. Ruhê her demekê heye. Lê divê were gotin ku destpêka pêvajoya 2013’an bi rastî piştre derket holê. Heta sala 2009’an diçe. Ji wê demê ve pêvajoyek dihat hunandin.”
Hulya Alokmen anî ziman ku di serdema berê ya pêvajoya aştiyê de dînamîkên cûda hebûn û bi bîr xist ku aktorên navneteweyî bêtir xuya bûn û di warê amadekariya civakî de mekanîzmayên cûda dixebitin. Hulya Alokmen wiha pêde çû: “Dema ku mirov cûdahiyên wê demê datîne holê wekî ku çavê sêyemîn hebû. Rewşeke dewletek sêyemîn destwerdanê bike hebû. Ya duyemîn, ‘Şandeya Aqilmendan’ hatibû avakirin, ji bo hewl bide civakê hinekî bêtir îqna bike, bi kêmanî dewlet an partiyên ku vê pêvajoyê dimeşînin niyetek wisa hebû. Di civînên wê demê de polîtîkaya dewletê ya hemberî pirsgirêka Kurd de şaştî hebûn û hevrûbûneke civakî derdixist holê.”
‘HAWIRDORA SIYASÎ PIŞTÎ SALA 2015’AN JI NIŞKA VE GUHERÎ’
Hulya Alokmen diyar kir ku hem dewlet û hem jî tevgera siyasî ya Kurd di salên derbasbûyî de ezmûnek girîng bi dest xistin û anî ziman ku di navbera Tirkiyeya 2015’an û Tirkiyeya îro de cudahıyên girîng hene. Hulya Alokmen diyar kir ku wê demê di warên demokratîkbûn, mafên sendîkayan û têkoşînên civakî de zemînek xurttir ji bo nîqaşê hebû û wiha domand:
“Dema ku em sala 2015’an dinirxînin, hewldana darbeya 2016’an hîn çênebûbû û bi hezaran karmendên giştî ji kar nehatibûn derxistin. Pirsgirêkên Tirkiyeyek demokratîk, mafên sendîkayan, rizgariya kedê û sendîkavaniya civakî dihatin nîqaşkirin.
Di qada tenduristiyê de, xebatên wekî hem pergala tenduristiyê ku teslîmî bazarê nekin û hem jî rêxistinkirinê hebûn. Mîtînga 10’ê Cotmehê, êrîşa li ser wê mîtînga ji bo aştiyê hat kirin û ew windahiyên mezin di dawiyê de yek ji wan mijar an bûyerên ku bûn sedema têkçûn an jî berevajîkirina wê pêvajoyê.”
Hulya Alokmen îşaret pê kir ku geşedanên piştî wê serdemê û atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê bi awayekî bingehîn guherand û got: “Serdema xwerêveberiyê, dûrxistinên piştî hewldana darbeyê, zehmetiyên li girtîgehan, zextên eşkere yên li ser siyaseta demokratîk, girtina hevserok û parlamenteran hin ji wan geşedanên ku pêvajoya li Tirkiyeyê guhertiye. Mijara berdana têkoşîna çekdarî û di qada siyasî de çareserkirina pirsgirêkê gihîştibû lûtkeyê. Ev pêvajo di 7’ê Hezîranê de gihîşt lûtkeyê. Derbaskirina benda hilbijartinê, çûna parlementoyê û HDP an jî fikrên HDPê bi civakê re bûn yek, pêvajoyek girîng bû.”
‘EV PÊVAJO BERDEWAMIYA PÊVAJOYA 2013’AN A NÎVCO MAYÎ YE’
Hulya Alokmen diyar kir ku ev pêvajoya ku îro tê meşandin wekî berdewamiya lêgerîna çareseriyê ya ku di sala 2015’an de nîco mayî tê dîtin û got, “Pêvajoya çareseriyê ya ku ev du sal û nîv e berdewam dike, di rastiyê de berdewamiya sala 2015’an e. Divê em wisa lê binêrin. Ji ber ku ew berdewamiya tiştên ku li wir nîvco mabûn û temam nebibûn e. Di vê pêvajoyê de, divê hêviya aştî, demokrasî û jiyana hevpar were parastin û divê hêviya me qet kêm nebe. Hesreta welatekî ku aştî, demokrasî, azadî û jiyana hevpar lê serdest be, ku her beşek civakê dikare xwe bi azadî îfade bike, qet bi dawî nabe.”
‘EM DI PÊVAJOYEKE KU DEMOKRASÎ DERB XWAR DE DERBAS BÛN’
Hulya Alokmen anî ziman ku têkoşîn berdewam dike lê tenê sererastkirinên qanûnî wê hemû pirsgirêkan çareser nekin û wiha domad: “Ger îro muzakere yan hin sererastkirinên qanûnî werin çêkirin jî, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî di wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê de wê bibe dawî. Bi rastî, divê ev wekî destpêka xeteke nû ya têkoşînê, qadeke nû ya têkoşînê, cureyekî nû yê têkoşînê were dîtin. Ev pirsgirêk hinekî li ser vekirina deriyekî ye. Dema ku derî vebe, têkoşîna ku min berê qala wê kir wê bi rastî hîn bêtir berdewam bike. Em di pêvajoyeke ku demokrasî derb xwar de derbas bûn. Di wê serdemê de bidestxistina mafan, têkoşîna ji bo mafan di mijaravcivakî de zindîtir û geştir bû. Lê di cîhana 2026’an de di vê mijarê de hinekî westîn, hinekî bêbawerî û hinekî bêdengî serwer e.”
‘PIRSGRÊKA KURD BÛYE NAVNETEWEYÎ’
Hulya Alokmen destnîşan kir ku îro pirsgirêka Kurd bûye navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Di serdema 2013-2014’an de pirsgirêka Kurd tenê wekî meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê dihat nîqaşkirin. Lê niha pirsgirêka Kurd bûye meseleyeke navneteweyî ye û meseleyeke di dilê Rojhilata Navîn de ye. Rojava tê nîqaşkirin, statuya Başûrê Kurdistanê tê axaftin. Pirsgirêka Kurd ji her demê bêtir di rojeva cîhanê de ye.
Em dibînin ku civak, gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd nêzîkî pêncî salan e ji bo çareserkirina vê meseleyê bedelên pir giran dane. Dema ku em wantînin kêleka hev dibînin ku sê nifş derbas bûne. Wan gelek êş kişandine, ji sirgûn û girtinê bigire heta komkujiyan. Ji ber vê yekê, daxwaza çareseriyeke aştiyane ya vê meseleyê, divê aliyê ku herî zêde êş kişandiye bîne ziman.”
‘TEKOŞÎN BERPIRSIYARIYA ME HEMÛYAN E’
Hulya Alokmen destnîşan kir ku serdema nû dikare zemşneke ku li şûna têkoşîna çekdarî, siyaseta demokratîk derkeve pêş derxe holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaza aştiyê û israra aştiyê di serî de jinên Kurd bi salan e her tim di rojevê de ye. Êş û bedelên ku hatine dayîn nîşan didin ku dema aştiyek bi rûmet hatiye. Hêvî û daxwaza min ew e ku em ji bo nifşên piştî me aştiyek bi rûmet û jiyana azad a bi hev re li dû xwe bihêlin. Zindîhiştina hêviyê û berdewamkirina têkoşîna ji bo aştiyê berpirsiyariya me hemûyan e.”

