Pêvajoya ku piştî banga dîrokî ya Rêber Apo a ku di 27’ê Sibatê de dest pê kir, salek li pey xwe hişt. Ji destpêka pêvajoyê ve, bi taybetî malbatên girtiyan ji rewşa girtiyan bi fikar in. Yek ji gavên herî mezin ên ku dilsoziya desthilata AKP’ê ya pêvajoyê nîşan dide berdana girtiyan bû. Astengkirina berdana girtiyên siyasî rastî bertekên malbatên girtiyan hat.
Tevî ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk pêşve biçe gav avêtin jî, israra desthilatê ya derengxistina van gavan û zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan, berteka li dijî desthilatê zêde kiriye.
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên Marmarayê re (MATUHAY-DER) Nûrten Karagoz têkildarî tiştên ku piştî banga Rêber Apo li girtîgehan diqewimin ji ANF re axivî.
‘JI BO FÊMKIRINA PÊVAJOYÊ DIVÊ LI GIRTÎGEHAN BINÊRIN’
Nûrten Karagoz diyar kir ku ji bo pêvajoya ku bi banga Rêber Apo dest pê kiriye veguhere pêvajoya muzakereyê divê desthilat gavên pêwîst bavêje. Nûrten Karagozanî ziman ku tiştên ku li girtîgehan diqewimin nîşaneya herî bingehîn a ku bê pêvajo heye an na nîşan didin û wiha axivî: “Di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyek dest pê kir. Ev ne pêvajoyek muzakereyê bû, pêvajoyek hevdîtinê bû, lê diviya bû ku veguhere pêvajoya muzakereyê. Ji xwe di demên dawê de ev nîqaş tên kirin. Lê pîvana bingehîn a ji bo fêmkirina pêvajoyê di bersivdayina pirsa girtîgehan de derbas dibe.
Li girtîgehan çi qewimin? Bi rastî, di girtîgehan de guhertinek li ber çavan çênebûye. Bêhiqûqî berdewam dikin. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ku têne binavkirin, lê di rastiyê de nayê zanîn bê çi ne bûne xwedî gotin. Niha bi awayekî keyfî cezayên girtiyên ku cezayên wan qediyane dirêj dikin. Ev pêkanînek pir keyfî ye.
Girtiyên ku cezayên xwe qedandine û divê bên berdan, bi hincetên wekî nebaş tevdigerin, poşmaniyê nîşan nadin, pirtûkan naxwînin, an jî beşdarî xebatên civakî nabin, di girtîgehê de têne girtin. Aliyê wê yê pêkenok ev e: li hin girtîgehan qadên ku xebatên civakî lê werin kirin nînin. Ev qad nayên çêkirin; lê ji ber ev qadên nehatine çêkirin çêkirin bi hinceta ku beşdarî van xebatan nebûne cezayên wan sê mehan, şeş mehan, an salekê têne paşxistin. Bi vî awayî ji jiyana mirovan tê dizîn; bi rastî, jiyana wan tê xespkirin.
Yek ji nîşaneyên bingehîn ên ku pêvajoyê bi rastî veguherîne serkeftinê ew e ku tiştên li girtîgehan diqewimin.”
‘DIVÊ DEMILDEST HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN’
Nûrten Karagoz anî ziman ku divê pêşî girtiyên nexweş bên berdan û destnîşan kir ku divê hemû girtiyên siyasî bêyî hincetannîşqan bidin bên berdan û wiha berdewam kir: “Wekî MATUHAYDER, em di serî de dibêjin: Divê pêşî girtiyên nexweş werin berdan û piştre divê hemû girtiyên siyasî bêyî ku hincetan nîşan bidin bên berdan. Hîn jî tecrîd berdewam dike; tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Ev tecrîd nehatiye şikandin. Ji bo ku niyeta baş nîşan bidin, divê tecrîd were rakirin û şert û mercên ku birêz Ocalan azad bixebite bên afirandin. Heta ku ev çênebe, em nikarin ji vê pêvajoyê re bibêjin pêvajoya aştiyê.
Ji bo ku ew wekî pêvajoyek rastîn an pêvajoya aştiyê bê binavkirin, divê hem şertên ku me behs kirine bên bicîhanîn û hem jî divê tevkariya avakirina civata demokratîk bike.”
Nûrten Karagoz diyar kir ku avakirina civata demokratîk bi beşdariya hemû gelan pêkan e û got ku berdana girtiyan wê di vê çarçoveyê de gavek girîng be û wiha lê zêde kir: “Em behsa avakirina civata demokratîk dikin, lê civata demokratîk çi ye? Her gelên ku li van axan dijîn; bi ziman, çand, kevneşopî, adet, şêwaza jiyanê û xwezaya xwe li ser bingeha demokratîk di nava aştî de bijîn. Em pêdiviya vê yekê vedibêjin. Lê qonaxa ku em îro hatinê, dibînin ku ev ne pir pêkan e. Em hêvî dikin û dixwazin ku ev bibe wesîleya pêvajoyê; hemû girtiyên di girtîgehan de demildest bên berdan. Tenê bi vî awayî em dikarin bawer bikin ûîqna bibin ku pêvajo bi niyeta baş berdewam dike.”
‘BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN BERDEWAM DIKIN’
Nûrten Karagoz bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û zextên desthilatê û wiha domand: “Ez dikarim ji çend girtîgehan mînakan bidim. Li Girtîgeha Bakirkoyê du qawîşên jinan hebûn; ev qawîş kirin yek. Di hevdîtinên berê yên bi rêveberiya girtîgehê re hatibûn kirin de girtiyên jin berê diyar kiribûn ku ew dikarin berî Sersalê bi dilxwazî qawîşan bikin yek. Lê di sibeha 19’ê Kanûnê de – wekî ku her kesên li Tirkiyeyê bi siyaset û girtîgehan re eleqedar e dizane, 19’ê Kanûnê roja ku di bin navê ‘Operasyona Vegera Jiyanê’ de li girtîgehan komkujiyek cîdî pêk hat – di wê rojê de bi robocopan ketin qawîşan. Bi gefên wekî, ‘Em saetekê didin we, an hûn vala bikin an em ê bi zorê vala bikin’ ketin hundir.
Ya duyemîn, li Girtîgeha Xarpêtê sirgûnkirin û êşkenceyên dijwar pêk tên. Girtîgehên tîpa bîrê hene. Ev qadên ku mirovan bi zindî dixin bîran û amûrên ragihandinê lê tune ne. Dibe ku ne bi fîzîkî, lê ji bo di aliyê îdeolojîk de bên qetilkirin hatine çêkirin.
Lê ji aliyê din em vê yekê jî dizanin: Tevî ku li girtîgehan êşkenceyên ewqas dijwar tên kirin jî em dibînin ku berxwedeniya pir mezintir û pir bihêztir tê kirin. Em dizanin ku ew bi van tiştan nikarin girtiyan bişkînin. Her çiqasî êşkence mezin be jî, berxwedan ji wê mezintir e.”
‘MALBAT HETA DAWÎ PIŞTGIRIYA DIDIN PÊVAJOYÊ’
Nûrten Karagoz diyar kir ku malbatên girtiyan li kêleka Rêber Apo ne û piştgiriyê didinê û got ku xizmên girtiyan azadiya Rêber Apo wekî şertek bingehîn a ji bo pêşveçûna pêvajoyê dibînin û wiha bi dawî kir: “Malbatên girtiyan dibêjin ku ji bo dilxwaziya wan a pêvajo bê dîtin divê girtîgeh bên valakirin. Ew dibêjin ku aştî bi avakirina civaka demokratîk pêkan e. Malbat vê yekê vekirî dibêjin: ‘Heta ku birêz Ocalan azad nebe, wê girtîgeh nayên valakirin. Dibe ku bên valakirin, lê yên din têxin şûna wan.’
Ji ber vê yekê, divê ev pêvajo bi ser bikeve. Tevî ku bedelek ewqas giran dane, tevî ku zarokên wan ji 30 salan zêdetir di girtîgehan de ne jî malbat bi israr dibêjin aştî; ew li bendê ne û daxwaz dikin ku zarokên wan demildest bên berdan. Ew ne li dijî pêvajoyê ne; berevajî vê, ew bi eşkereyî dibêjin ku ew şopdar, piştgir û kirdeyên vê pêvajoyê ne.”

