În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!
Jin

TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

TJK-E'yê bang li gelan bi taybetî jî jin, ciwan û hêzên demokrasiyê kir ku 14'ê Sibatê beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin û têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bilind bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û hêzên komploger bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin û şehîdên demokrasî û azadiyê bi hurmet û minet hatin bîranîn. Her wiha berxwedana bênavber a jinên Kurd, gelê Kurd û dostan a li hemberî komploya navneteweyî hate silavkirin.

TJK-E’yê diyar kir ku komploya 15’ê Sibata 1999’an li hemberî Rêber Apo hate kirin, planeke berfireh bû ku xwest têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike, lêgerîna gelan a li jiyana wekhev û demokratîk ji hev belav bike û veguherîna civakî ya li ser bingeha azadiya jinê rawestîne.

Hate destnîşankirin ku komploya navneteweyî di heman demê de êrişek li ser têkoşîna azadiya jinê bû û hate gotin, “Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd weke hêza hejandina hêmanên bingehîn ên sîstema serweriya mêr hate dîtin. Bandora îdeolojiya rizgariya jinê li tevahiya herêmê û asta navneteweyî, kir ku ev îdeolojî bibe hedef.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedana gelan a ku li hemberî pêvajoya komployê hate kirin, ev hesab pûç kir û hate gotin, “Çalakiyên girseyî yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatin kirin, bi şênberî raxist pêş çavan ku îradeya gelan nikare teslîm bê girtin. Berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ nîşan da ku ev pêvajo sekneke dîrokî ye.”

TJK-E’yê diyar kir ku Rêber Apo di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de bi têkoşîna xwe ya polîtîk û fikrî komplo pûç kir û got, “Li mercên zindanê bi kûrbûna xwe, bi analîzên xwe yên berfireh ên li ser krîzên avanî yên modernîteya kapîtalîst, perspektîfên xwe yên civaka demokratîk, modernîteya demokratîk û sosyalîzma demokratîk di vê pêvajoyê de bi rêk û pêk kir û li se bingeha azadî û demokratîk a civakê weke xeteke siyasî ya gerdûnî xurt kir.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava bû bersiva şênber a vê xetê û hate gotin, “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk hat; azadiya jinê kir navenda jiyana civakî. Ji ber vê jî êrişên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de êrişa li ser îradeya jiyana bi hev re ya gelan, nirxên afirîner ên civaka demokratîk û îdîaya jiyana azad a jinan e. Êrişên taybet ên li hemberî jinan, polîtîkayên tepisandin û tundiyê weke rewşa herî nûbÛyî û xetere ya komploya navneteweyî derdikeve pêşberî me. Lê belê berxwedana gelan û jinan ev êriş asteng kir. Îradeya xwedîderketina li Rojava bi îradeya xwedîderketina li şoreşa jin^eû destketiyên azadiyê yên gelê Kurd re bû ye. Weke jin em xwedî li îradeya jiyana azad a li Rojava derdikevin. Vê îradeyê berxwedana dîrokî ya jinan gihandiye vê serdemê.”

TJK-E’yê destnîşan kir ku di vê demê de ku komploya navneteweyî bi rengekî nûbûyî dewam dike, gelê Kurd hişmendiya yekîtiya neteweyî hîn bi xurtî afirandiye û bang li jinan û hemû beşên civakî kir ku vê îradeya yekîtiya neteweyî xurtir bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ a ku Rêber Apo afirand, bingeha jiyana azad a li Rojhilata Navîn e û hate ragihandin ku weke jin ew xwedî li vê pêvajoya avabûna civaka demokratîk derdikevin.

TJK-E’yê biryardariya xwe ya têkoşîna li djiî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ser vê bingehê careke din diyar kir û di serî de jin û ciwan, bang li gelan û hêzên demokrasiyê kir ku 14’ê Sibatê beşdarî meşa mezin a li Stasbourgê bibin, têkoşîna ji bo civaka demokratîk û azadiyê bilind bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Divê neyê jibîrkirin; têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, misogerkirina statuya gelê Kurd û mayindekirina jiyana demokratîk, wekhev û azad a gelan dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin
Nûçeya Pişt re Aktîvîstên ekolojiyê peyamên piştevaniyê dan Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mesrûr Barzanî derbarê peymana QSD-ŞAM’ê de daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest ku peymana di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cazim Cirdo: Divê xelkê komelgeha Girzerikê vegere warên xwe

Cazim Cirdo, behsa xemseriya hikûmeta Iraqê ya li hember vegera gel a ji bo Şengalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş Cemal Narhanci piştî 30 sal a dîlgirtinê hat berdan

Cemal Narhanci ku 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk de dîl hat girtin, serbest hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Trump hêvî dike ku meha li pêşiya me bi Îranê re li hev bike!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Aktîvîstên ekolojiyê peyamên piştevaniyê dan Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?