Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Edaletê” de li navçeya Kepeza Antalyayê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya. Civîn li Navenda Çandê ya Mîmar Sînanê hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç, Hevserokên DEM Partiya Antalyayê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn.
Hatîmogûllari bal kişand ser “Hevdîtinên Nan û Edaletê” û ew bi vê kampanyayê dixwazin piştgiriyê bidin têkoşîna karker û kedkaran.
Hatîmogûllari destnîşan kir ku pirsgirêkên kedkarên li Antalyayayê û got ew ê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Hatimogûllari bi bîr xist ku Antalya bajarê turîzmê ye û got: “Bi feraseta ewlekariyê turîzm li pêş nakeve.” Hatîmogûllari bal kişand ser pirsgirêka Kurd û şerê li Kurdistanê berdewam dike û got ew ê li dijî şer têkoşîna xwe ya aştiyê û demokrasiyê bidomînin. Hatimogûllari destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê ber bi têkçûnê ve diçe û got: “Ev desthilatdarî her ku diçe êrîşkar dibe û dawiya vê rejîmê nêzîk e. Ji bo me êdî dema hesabxwestinê ye. Werin em li dora berxwedanê xwe birêxistin bikin. Em ê têkoşîna nan û edaletê bidomînin. Bê nan edalet nabe. Ger edalet nebe nan jî nabe. Ji ber vê yekê em ê hem ji bo nan, hem jî ji bo edaletê têkoşîn û rêxistinbûna xwe bidomînin.”