Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari: Ji bo serketina pêvajoyê divê ne tenê bi gotinê her wiha bi çalakiyê em berê xwe bidin Îmraliyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li navçeya Bazîd a Agiriyê beşdarî civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” bû.

Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de da destpêkirin salekê li pey xwe dihêle û destnîşan kir ku jiyana azad a Rêber Apo ji bo serketina vê pêvajoyê gelekî girîng e û li bendê ne ku di vê mijarê de gav bêne avêtin.

Bi dewamî bal kişand ser êrişên ku 6’ê Çileyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hemberî Kurdan hatin kirin û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û diyar kir ku ev êriş komployeke mezin a duyemîn bû û ji aliyê Rêber Apo û rêveberiya li Rojava ve hate têkbirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di vê çarçoveyê de bal kişand ser Peymana 30’ê Çileyê û got, “Peymana 30’ê Çileyê ya li Rojava dibe ku neyê wateya bicihanîna hemû armancên xwerêveberiyê ya li wê derê; lê belê bi destketiyên gelekî girîng dagirtî ye û gavên gelekî girîng hatin avêtin. Ev lihevkirin ji bo Rojava ya ku fetisandin lê dihate ferzkirin, gaveke pratîkî ya gelekî girîng hate avêtin.

Yên ku bi nêzîkatiyên rexnekirinê yên tund nêzî Rojava dibin bila li Konferansa Munchenê binihêrin ku 3 rojan dewam kir. Di konferansa navneteweyî de ku 120 welat tevlî bûn, yê ku rojeva bingehîn diyar kir gelê Kurd bû, rêveberiya Rojava bû, heyeta ji Sûriyeyê bû. Ev yek serketineke mezin a dîplomasiyê ye. Weke ku me hemûyan dît di Konferansa Munchenê de Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi gelek lîderên cîhanê re hevdîtin kir û gaveke gelekî girîng a dîplomatîk avêtin. Em dixwazin ev wêneyê li Munchenê li Tirkiyeyê jî bê dayin. Maseya dîplomasiyê divê ne tenê li Munchenê bê dayin. Maseya dîplomasiyê ya bi Kurdan re, maseyeke dîplomasiyê ku rêveberiya xweser a li Sûriyeyê jî li dorê be, divê tekez li Enqereyê jî bê danîn. Li Sûriyeyê hin şaşitî bûn, hin daxuyanî hatin dayin. Em hêvîdar in ku veger ji van daxuyaniyên şaş bûye. Heman şaşitî divê ji bo Iraqê neyên kirin. Divê tilî ji Mexmûr, ji Şengalê re neyê hejandin. Divê gef li wan deveran neyê xwarin. Eger ji bo herêmê wê bi înîsiyatîfa aştiyê rabe, hingî divê bi gelêw Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê re lihevkirineke aştiyê ya stratejîk pêk were. Aştiya bi gelê Kurd re divê bi rengekî stratejîk be, ne taktîkî be. Li Sûriyeyê jî li Tirkiyeyê jî, li Iraqê jî li Îranê jî divê bi gelê Kurd re di heman çarçoveyê de nêzîkatî bê nîşandan.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê anî ziman ku ew rapora ji aliyê komîsyona li meclîsê ve têkildarî pêvajoyê bê amadekirin girîng dibînin û destnîşan kir ku hêviay wan a herî girîng a ji vê komîsyonê guhertinên têkildarî qanûnên TMK, TCK û Qanûna Înfazê ye.

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku serketina vê pêvajoyê divê ji gotinê derbasî pratîkê bibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Ji ber vê yekê mafê hêviyê gelekî girîng e. Mafê hêviyê di serî de ji bo Birêz Abdullah Ocalan ji go hemû girtiyan mafek e û divê bê derxistin. Ji bo serketina pêvajoya li Tiriyeyê divê ne tenê ji aliyê gotinê ve her wiha ji aliyê çalakiyê ve jî em berê xwe bidin Îmraliyê. Aştî wê li ser sêniya zêr pêşkêşî me neyê kirin. Aştî ne tenê bi hevdîtinên li Enqereyê, bi hevdîtinên li Îranê ye. Eger em dixwazin xurt bin, rêya serketina diyaloga li dora maseyê bi têkoşîneke xurt a li qadan e. Eger em têkoşîneke xurt bimeşînin, rêxistiniyeke xurt derxînin holê zanibin ku em ê destê Birêz Ocalan li Îmraliyê xurt bikin. Em ê destê DEM Partiyê li muzakereyên li dora maseyê xurt bikin. Heta niha zêdeyî 100 sal in gelê Kurd hatiye înkarkirin. Sedsala nû divê bibe sala çareseriya gelê Kurd. Divê em yek bin, bi hev re bin. Çawa ku me berê bersiv dan êrişan, di vê demê de jî divê em bi heman rengî bersivê bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AGIRÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanê QSD’ê Gewir Botan li Dirbêsiyê hate veşartin
Nûçeya Pişt re SOHR: Li Sûriyeyê di nava 15 rojan de 115 kes hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê çalakiya sabotajê

Milîsen Alper Çalas ê HBDH'ê diyar kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên di teqîna Hesekê de iyana xwe ji dest dane derket 6’an

Li dikaneke taxa Ezîziyê ya bejarê Hesekê teqîn çêbû. Di encama teqînê de yek jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hawagê meş û çandina şitlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?