Rêxistina DEM Partî ya Mêrdînê kongreya xwe ya 2’emîn a asayî pêk anî. Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê destpê kir. Di kongre de hevserokê bajêr a DEM Partî Mehmet Mehdî Tunç û hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr jî axivîn. peyama Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî hate xwendin.
Hevserokê Giştî ya DEM Partî Tuncer Bakirhan got, “Hûn kevirê esasî yê vê têkoşînê ne.” Tuncer Bakirhan di axavtina xwe de Apê Mûsa, Mehmet Sîncar, Bubo Taş, Ugur Kaymaz û Sêvê Demîr bibîr anî û wiha got, “Di şexsê van hevrêyan de em hemû hevalên xwe bibîr tînin. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan mezintir bikin.”
‘EM QETILKIRINA AZÎZ KOYLUOGLU ŞERMAZER DIKIN’
Bakirhan, bal kişand ser qetilkirina rojnemevan Azîz Koyluoglu û wiha axivî, “Em bi pergalekî hovane re rû bi rû ne. Qet nasekîne. Mirovahî û wijdan qet nemaye. Qetilkirin, girtin, gespkirina îradeyê didomînin. Bila ew bidomînin, lê gelê Kurd jî li hemberî van polîtîkayên zilmê disekîne û wê bisekîne jî. Em van komkujiyan şermazer dikin. Em qetilkirina Azîz Koyluoglu şermazer dikin. Em ê hesabê vê bipirsin. Bila kes nebêje nîqaşên çareseriyê hene, li gorî dilê xwe dikarim qetil bikim, bigirim û qeyûm tayîn bikin û lêdim. Em wan carekê din hişyar dikin. Gelê Kurd gelekî birûmet e. Qetilkirina rojnamevan çi ye? Qetilkirina jinan çi ye? Bila kes nefikire ku ev yek wê wisa bidome.”
‘OCALAN FORMULA TIRKIYÊ YA DEMOKRATÎK ÇÊDIKE’
Tuncer Bakirhan, bibîr xist ku ji 1’ê Cotmehê ve nîqaşên çareseriyê hene û wiha axivî: “Bi birêz Ocalan re deriyên hevdîtînê vebûn. Kesên ku digotin pirsgirêka Kurd nîne, neçar man ku deriyên Îmraliyê vekin. Kesên ku digotin me pirsgirêka Kurd çareser kiriye, niha nîqaş dikin ku wê pirsgirêka Kurd çawa çareser bikin. Vaye we deriyê Îmraliyê vekir. Ên ku berdêl dane, ked dane û êş kişandine. Eger di 1’ê Cotmehê de pêvajo destpê kiribe, ev yek ji ber sekna we ye. Ku we sekîniba îro pirsgirêka Kurd nedihat nîqaşkirin. Eger em hêz û rêxistinbûna xwe deynîn holê tu pirsgirêkê ku em nikarin çareser bikin nîne.
Li Îmraliyê tu gavek paş de avêtin nîne. Di sala 1994’an de digot Komara Demokratîk, ji bo Kurdan hemwelatiya wekhev, ji bo Elewiyan digot hemwelatibûna wekhev. Ji bo Ereb û Suryanan jî wisa digot. Îro jî heman tiştî dibêje. Dibêje paşeroja Tirkiyê ji çareseriyek demokratîk derbas dibe. Dixwaze Kurd bibin xwediyê zimanê xwe. Naxwaze qeyûm li ser îradeya Kurdan were tayînkirin. Dibêje bila jin di her qadê jiyanê de bibin pêşeng. Di hatina jinan a îro de perspektîfa ku birêz Ocalan daye, girîng e. Em spasiyê xwe pêşkeşî wî dikin.
Ji ber ku ev gel bihêz e, îro dibêjin werin em vê pirsgirêkê çareser bikin. Tunê di milekî de destê xwe dirêj bikî, di milê din de jî rojnamevan qetil bikî. Di milêkî de li Tişrînê bi belafiran êrîş bikî, li milê din ji bo gel di nava aramiyê de nejî bi şev û roj bi hêzên xwe yên paramîlîter êrîşan bikî. Aşitî wiha nabe. Aşitî bi samîmiyetê dibe. Eger em aştî pêk bînin, divê tu qeyûmê bidî sekinandin. Divê tu destê xwe dirêjî xwişk û birayên me yên Kurd nekî. Mêrdîniyan vê yekê qebûl nakin. Nisêbin çi be Qamişlo jî ev e. Pirsûs çi be Kobanê jî ev e. Weranşer çi be Amûdê jî ev e. Divê hûn hîn bêhtir jidil tevbigerin.”
Li pey axaftina Bakirhan raporên fealîyet û maliyê hate xwendin. Piştre weke hevserokên bajêr ên Mêrdînê Nilufer Elik û Nihat Gokalp hatin hilbijartin.