Coşa pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin, her ku diçe zêde dibe. Piştî hunermenda Tunusî Emel Mathlouthi, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan axivî.
Bakirhan, di serî de Newroza sed hezaran kesan pîroz kir. Bakirhan, bi domdarî Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin bi bîr xist û got ku ew kujerên wî nas dikin û dê hesabê jê bipirsin. Bakirhan, bal kişand ser deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013’yan û ev tişt anî ziman: “Ew deklarasyon, deklarasyona jiyaneke demokratîk, aştiyane û wekhev a 86 mîlyon hemwelatiyên Tirkiyeyê bû. Lê mixabin kesên şerxwaz û dijminatiya Kurdan dikin, ji bo aştî neyê vî welatî ew deklarasyon nas nekirin. Weke DEM Partiyê em li gel wê deklarasyona aştiyê ya birêz Oalan in. Bi vê wesîleyê em Newroza birêz Ocalan û hevrêyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de pîroz dikin.”
‘CIWAN LI VIR IN, LI AMED Ê NE’
Bakirhan, bal kişand ser coş û qelebalixiya qada Newrozê û got: “Heta çend sal berê rayedarên hikûmetê digotin; ‘kanî ciwan?’Ciwan il vir in, li Amedê ne li vê qada Newrozê ne. Ciwanên hêja; van digotin ‘taqeta van nema ye.’ Vaye ji we re taqet vaye ji we re sekn, vaye we ji we re berxwedan. Ez bejna xwe li ber vê sekn û berxwedêriya jin û ciwanên Amedê ditewînim.
Gelê me yê hêja; li Enqereyê dîsa hesabên qirêjî dikin. Bi tifaqa JÎTEM’ê, bi tifaqa gur, bi tifaqa dijkurd hesabên qirêjî dikin. Em ji kesên li Enqereyê hesabên qirêjî dikin re dibêjin ku heke hesab li qesrê be, terazî jî li Amedê ye, Newroza Amedê ye. Em dibêjin hesabên xelet nekin, dê ew hesab ji Newroza Amedê vegerin.
HÛN NIKARIN MILYONAN KESAN HEFS BIKIN
Ev bû 3 sal polîtîkaya tecrîdê dimeşînin. Hûn nikarin îradeya mîlyonan tecrîd bikin. Hûn nikarin daxwaza aştî û demokrasiyê ya mîlyonan kesan bixin hucreyê. Ya herî baş ew e ku hûn guh bidin daxwaza mîlyonan. Em ji we re dibêjin ku li şûna şer, çareserî. Heke navnîşana çareseriyê bixwazin jî vaye pir nêz e, li Grava Îmraliyê ye.
AMED DÊ RÊ NEDE TIFAQA JÎTEM’Ê
Bi tifaqa JÎTEM’ê derketine pêşiya me. Mehmet Agar li Xarpêtê, Tansu Çîller li Stenbolê. Berdevkiya vê tifaqa JÎTEM’ê dikin. Yên ku di vê hilbijartinê de bi Mehmet Agar û Tansu Çîllerê wêneyan dikişînin, salên 90’î tînin bîra Kurdan û balê dikişînin ser cînayetên kiryarnediyar. Gelo dê ciwanên Amedê rê bidin vê tifaqa JÎTEM’ê? Dibêjin qey em ê serî bitewînin. Lê hûn çi bikin jî ev gel dê serî netewîne.
Ji guftûgo û muzakereyan direvin û îradeya çareseriyê tecrîd dikin. Siyasetmedarên Kurdan digirin û dibêjin ‘em ê operasyonên mezin ên leşkerî bikin.’ Operasyonên mezin tên wateya mirinan. Tê wateya şer, xizanî û krîzan. Em careke din li vir bang dikin; lêçûnên vî şerî ji bo aştî, guftûgo û muzakereyan xerc bikin. Paşeroja vî welatî di şer de nîne. Paşeroj di aştiyê de ye. Derdê van ne Kurd, Tirk û gelên din e. Derdê wan şer, rant û mirin e. Em ê bi hev re bersivê bidin van kesên li ser şer rantxwiriyê dikin.
PEYAMA ‘TIFAQA TIRK-KURDAN’
Dixwazim çendek bangawaziyan bikim; ya yekemîn ji bo desthilatdarî û dewletê ye. Hûn nikarin bi şer, girtîgeh û bêstatutiyê vî gelî ji rêya wan bikin. Vaye qad, vaye îradeya gel. Lewma em bang dikin ku tavilê li şûna şer, tifaqa Kurd û Tirkan nûjen bikin.
Ya duyemîn; dîsa em bang li desthilatdarî û derdorên civakî dikin. Du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene; an şer e an jî aştî û demokrasî ye. Em bang li derdorên civakî dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin.
Ya sêyemîn; di serî de divê hûn tavilê li Meclîsê dev ji gotina ‘zimanê nayê zanîn û teroristanê’ berdin. Ji zimanê Kurdî ku ev 13 hezar sal in li ser vê xakê dijî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ û ji welatê Kurdan Kurdistanê re jî dibêjin ‘teroristan.’ Tavilê vê siyasetê biterikînin. Hûn mecbûr in rastiya Kurd, rastiya Kurdistanê fêm bikin û nas bikin.
Ya çaremîn; ez bang li bindest û muxalefetê dikim. Di meseleya Kurd de dilwêrek bin. Rastiyan bibêjin. Divê muxalefet li pey helwesta zextker a desthilatdariyê nekeve û di meseleya Kurd de bêhtir xwedî li azadî û demokrasiyê derkeve. Li dijî şer werin em bingeheke mezin a aştiyê ava bikin.
Ya pêncemîn; ev banga min ji bo Kurdan e. Ji her bihosteke xaka Kurdistanê re dibêjin ‘teroristan.’ Ji Silêmaniyeyê heta Dihok û Kobanê, li her aliyên Kurdistanê topan dibarînin. Angu dijminên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Lewma bang li hemû avadaniyên Kurdan ên li çar parçeyan dikim; ma heke îro roja yekitiya neteweyî nebe wê demê kengî ye? Heke em yekitiya xwe ava bikin, dê bikarin pêşiya operasyon û şerê li dijî Kurdan bigirin. Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û astengiyên li pêşiya vê rakin.
Ez herî dawî jî bangî derdorên şoreşger, çepgir, sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyê dikim; em mecbûr in têkoşîneke hevpar a mezin ava bikin. Nîviya Tirkiyeyê di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de dijî. Nîvî jê nikare ziman û baweriya xwe bijî. Ji bo daxwazên van tevan bên qebûlkirin, divê derdorên çep û demokratîk li ser zemîneke şoreşger bên gel hev.
RÊJEYEKE REKOR A DENG XWEST
Em ê bersiva herî baş di 31’ê Adarê de bidin kesên şerxwaz. Ji bo wergirtina tiştên aydê me tenê 10 roj man. Gelo Amed amade ye rêjeyeke rekor a deng bistîne?”