Lansmana têkildarî Rêziknameya Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan a ji hêla Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komîsyona Astengdaran ve hatiye amadekirin, hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, hevşaredar û nûnerên saziyan jî tev li lansmanê bûn.
Bakirhan, di lansmanê de axivî û got ku şer û pevçûn qadên jiyanê yên astengdaran texrîb dikin. Bakirhan, got ku divê her kes li dijî şer bisekine. Bakirhan, diyar kir ku pergal li dijî astengdaran jî şer dike û ev tişt anî ziman: “Nêzî 10 milyon astengdar li vî welatî hene lê mixabin tu qanûnên ku jiyana wan hêsantir bikin û weke hemwelatiyên wekhev bijîn tune ne. Ji bûdçeyê ji sedî 1,2 par jê re vediqetînin. Wê jî kes nizane bê li ku xerc dikin.”
Bakirhan, destnîşan kir ku ev xizmeta ew ji bo astengdaran dikin pir bi qîmet e û ev soz da: “Em soz didin ku em ê ji bo xizmeteke wekhev ji Kurdan, jinan, Elewiyan, astengdaran, penaberan û hemû beşên civakê were kirin, têkoşîna xwe bidomînin.”
Bakirhan, bi bîr xist ku Tirkiyeyê, Peymana Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kiriye lê şertên wê bicih nayîne. Bakirhan, got ku astengdar ji xizmetan bêpar tên hiştin, bêkar tên hiştin û ji bo hêsankirina jiyana wan tu xebat nayên kirin. Di heman demê de Bakirhan got ku ji bo zimanê dayikê û zimanê îşaretê bibe xwedî statû têdikoşin û ji bo vê bang li desthilatdariyê kir. Ji bo tayînên astengdaran jî Bakirhan bang li desthilatdariyê kir.
Bi domdarî Bakirhan bang li hevşaredaran kir û got: “Divê her kes bikare xwe bigihîne xizmetên we. Divê kar û xebata şaredariyên me ji bo vê bin. Dema payerê, jorbihûrk û jêrbihûrk tên çêkirin, divê ji ewil hûn astengdaran bifikirin. Divê mîna her kesî, astengdar jî bikarin ji van xizmetan sûdê bigirin. Şaredariyên me dest bi avakirina serokatiya daîreya astengdaran kirin. Ev girîng e. Em ê ne tenê li şaredariyên bajarên mezin, li bajaran jî midûriyetên daîreyan ên astengdaran ava bikin. Xebatên bi vî rengî biqedr in.”
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Em şaredarvaniya rantê nakin. Em, çavkaniyên şaredariyê ji bo hemû kesî bi kar tînin. Jiyaneke serbixwe ya astengdaran deynê stûyê me tevan e. Ji bo vê jî ya ji destê me tê em ê bikin. Niha li Tirkiyeyê tekane partiya xwedî manîfestoya astengdaran em in. Dê partiya astengdaran bibe DEM Partî. Em ê bi hev re xebatên baş bikin, komxebatan li dar bixin. Em ê bi hev re têbikoşin.”
Piştre jî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun bi hev re Rêziknameya Serokatiya daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan dan naskirin.