Hevberdevkê Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê Ridvan Tûran ku ji bo tevlî sempozyûma ‘Rizgarkirina Paşeroja Çandinî û Xurekê’ ya DEM Partiyê bibe li Wanê ye, polîtîkaya çandiniyê ya welêt ji ANF’ê re nirxand.
Tûran bal kişand ser daxuyaniya desthilatdariya AKP-MHP’ê ku digot, zeviyên du salan li ser hev çandinî lê nehatiye kirin wê bêne kirêkirin û anî ziman ku ev yek pêşkêşkirina zeviyên çandiniyê ji bo sermayeya navneteweyî û hevkarên wan ên herêmî ye. Tûran got, “Bi hinceta ku li ser hev du salan nehatiye çandin, dibêjin ku zeviyên çandiniyê vala dimînin û hatineya çandiniyê jî kêm dimîne. Mîna ku qet bandoreke wan a neyînî li ser mijarê nîne tevdigerin. Lê belê pirsa esasî ya bê pirsîn ev e; Gelo cotkar 2 salan çima nikarin çandiniyê bikin? Herhal nabêje, min gelekî qezenç kir, ka ez du salan bêhnê vedim û bi vî rengî zeviyên xwe naçînin. Ji ber ku lêçûn zêde ye, buhayê zibil, dermanê çandiniyê gelekî bilind e, cotkar nikarin çandiniyê bikin. Eger ji çandiniyê zerarê dike hingî ew cotkar nikare wê qadê biçîne. Sedem û berpirsyarê vê kî ye? Kî vî buhayî zêde dike? Recep Tayyîp Erdogan e. Kêmasî û berpirsyariya xwe ji nedîtî ve tên. Ev daxuyanî hewldanek ji bo desteserkirina milk e, pêşkêşkirina zeviyên cotkarên biçûk ji bo sermayeya navneteweyî ye. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Pêwîstî bi karekî welê heye ku bi perspektîfeke demokratîk a aqilane alîkariyê bi cotkaran re bê kirin, naxwe bi desterkirina milk re ev kar nameşe.”
‘QEDEXEYA LI ÇÊRGEH Û ZOZANAN DEWAM DIKE’
Tûran daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî nirxand ku digotin, ‘Qedexeya çêrgeh û zozanan nemaye, her kes bi hêsanî dikarin biçin çêrgeh û zozanan’ û got, “Sala 2018’an dema qedexeyên li ser çêrgeh û zozanan hate rakirin daxuyaniya Erdogan hebû. Gotibû, wê buhayê goşt kêm bibe. Tiştên welê dibêje ku bi demkî propagandayê ji bo raya giştî ya hundir û derve dike. Em ji qadê zanin, qedexeya li ser çêrgeh û zozanan dewam dike. Axayê gund çêrgehê ji bo mirovên ji deverên din kirê dike û mirovên me nikarin çêrgehan bi kar bînin. Ji ber sedemên leşkerî qedexeya li ser çêrgeh û zozanan dewam dike. Gotinên wan rast nîne.”