Ûkraynayê ji bo bidawîkirina şerê bi Rûsyayê re plana xwe ya aştiyê pêşkêşî DYE’yê kir. Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir ku pêşniyara wan êdî li ber destê muzakerevanên Emerîkî ye.
Zelenskiy anî ziman ku DYE li cihekî welê ye ku dikare herdu welatan nêzî asta bidawîkirina şer bikin û bang li Washingtonê kir ku zexta li ser Rûsyayê zêde bike. Lîderê Ûkraynayê ragihand ku divê Moskow li şûna dirêjkirina şer xwe ji bidawîkirina şer re amade bike.
Serokê DYE’yê Donald Trump ji destpêka serdema xwe ya duyemîn û vir ve bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê weke yek ji karên xwe yên sereke nîşan dida. Lê belê tê gotin ku ji ber daxwazên Rûsyayê ji hewldanên têne meşandin heta niha encameke şênber bi dest neketiye.
Ji ber ku rojeva Washingtonê piştre bû şerê bi Îranê re, hewldanên dîplomatîk ên li ser mijara Ûkraynayê lawaz bûn.
Zelenskiy her wiha ji DYE’yê xwest ku piştgiriya xwe ya ji bo parastina hewayî zêde bike.

