Li gorî daneyên raporê, li welatên ku hatineya xwe kêm an jî navîn e, 440 milyon zarokên kêmî 5 salî, her roj pênc cûre xurekên ji bo jiyanê pêwîst in, bi destê wan nakeve.
Ji sedî 27 ê van zarokan, yanî 181 milyon zarok tenê du an jî cûreyek ji vê xurekê bi dest dixin.
Seroka UNICEF’ê Catherine Russell anî ziman ku ev zarok rojê tenê birinc û bi rêjeyeke kêm şîr bi destê wan dikeve. Lewma jî ji sedî 50 ê van zarokan bi nexweşiya ji ber birçîbûnê dikevin.
Pispora xwedîkirinê Harriet Torlesse anî ziman ku ji ber vê birçîmayinê zarok ji aliyê wergirtina vîtamîn, mîneral û proteînên pêwîst ve kêm dimînin, ku ev yek jî dibe sedema nexweşiyan.
PIRSGIRÊKÊN GLOBAL Û CUDAHIYÊN HERÊMÎ
Pirsgirêka xwarinê û birçîbûnê bi giranî li welatên mîna Somalî, Gîne, Gîne-Bîssaû û Efganistanê rû didin. Li van welatan ji sedî 49 heta ji sedî 63 ê zarokên kêmî 5 salî ji vê rewşê bi bandor dibin. Her wiha tê gotin, li Xezeyê ji 10 zarokan 9 zarok bi rengekî cidî birçî dimînin.