Dayika Rêber Apo Ûweyş Ocalan di 33’yemîn salvegera wefata xwe de li Amarayê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê li ser gora xwe hat bibîranîn. Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û Platforma Jinan a Rihayê hat lidarxistin. Tevî endamên malbatê, gelek jin beşdarî bîranînê bûn. Jinan kulîlk danîn ser gora li Amarayê û şitil çandin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di bîranînê de axivî û di şexsê Ûweyş Ocalan de hemû “dayikên berxwedêr” bi bîr anî û ev tişt got: “Em di şexsê Dayika Ûweyş de hemû dayikên berxwedêr, dayikên leheng û hemû dayikên ku çavên wan li rêya zarokên wan ma û jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Dayika Ûweyş dayikeke pir bi hêz û kedkar bû. Dayika Rêber Ocalan bû. Em pir bextewar in ku Dayika Ûweyş Rêber Ocalan anî dinyayê. Îro Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jiyaneke nû ava dike. Em dibêjin: Dayê, felsefeya Rêber Apo yê ku te aniye dinyayê, li vî welatî aştiyê, çareseriyê û jiyaneke azad û bi rûmet dihûne.”

