Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabir Abbas îro bi şandeyeke leşkerî ya payebilind re, serdana Odeya Operasyonan a Şengalê kir.
Wezaretê têkildarî serdanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabir Abbas û şandeya pê re, rewşa ewlehiyê ya li sînorê Iraq û Sûriyeyê çavdêr kir.