Çalakiya ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan ve bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kiryar werin darizandin’ tên lidarxistin, di hefteya 825’emîn de berdewam kir. Vê hefteyê ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28’ê Cotmeha 2015’an de hate qetilkirin û Parêzer Şevket Epozdemîr edalet hate xwestin. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê a li Parka Koşûyolû a li navçeya Rezan a Amedê hate lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên kesên winda û di cînayetên ku failên wan nediyar de jiyana xwe ji dest dane, hatin hilgirtin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Serokê Rûmetiyê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, Weqfa Tahîr Elçî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç beriya daxuyaniyê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Wan heqîqeta Kurdistanê fêm kiribûn û ew zanayên Kurdistanê bûn. ji ber wê yekê hatin qetilkirin. Em ê bibin şopdarên vê têkoşînê.’’
Serokê Rûmetiyê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal jî di çalakiyê de axivî û got: ‘’Wê teqez li vê erdnigariyê jiyaneke aştiyane û azad were avakirin.’’
Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûn Bati jî got: ‘’Em ê heya ku edalet were dabînkirin, têbikoşin.’’
Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Şevket Epozdemîr ê di 25’ê Mijdara 1993’yan de hatî qetilkirin û Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de hatî qetilkirin, hate xwestin.
Çîrokên Epozdemîr û Elçî ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Parêzer Berfîn Elçî ve hatin xwendin.
ÊLIH
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Êlihê di çalakiya xwe ya 660’emîn de li pêşiya Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulîstanê hatin li ba hev. Li gel xizmên windayan, gelek rêxistinên sîvîl û gelek endamên partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hate pirsîn ku Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li Amedê dema ku daxuyanî dida, hate qetilkirin.
Çîroka qetilkirina Tahîr Elçî ji aliyê Rêvebera ÎHD’ê ya Şaxa Êlihê Melek Atalay ve hate xwendin.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di 151’emîn çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin li ba hev. Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de ji bo Tahîr Elçî edalet hate xwestin.
Daxuyanî û çîroka Tahîr Elçî ji aliyê Endama Şaxa ÎHD’ê Pinar Zengîn ve hatin xwendin.