Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn
Rojane

Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn

31’emîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

31’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter bi merasîma ku li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliya Stenbolê hat lidarxistin, ji xwediyên wan re hatin dayîn. Li salona ku merasîm hat lidarxistin pankartên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Yenî Yaşam 6 salî ye” û wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz hatin daliqandin. Di merasîmê de gelek rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên sivîl, jinan û parêzvanên mafên mirovan amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Ewilî bi ser navê rojnameya Yenî Yaşamê Kîbriya Evren axivî. Evren, Mûsa Anter û kûrê wî yê di salvegera mirina bavê xwe de jiyana xwe ji dest daye Anter Anter bi bîr anî. Evren diyar kir ku Çapemeniya Azad êşên Kurdan tîne ziman û di vê oxirê de gelek xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha axivî: “Generalên biçûk ên Apê Mûsa yên wê demê êdî mezin bûne; di Çapemeniya Azad de bûne rêveber, nivîskar û karîkaturîst. Bûn rêwiyên wê têkoşînê. Ew jî roja me ronî dikin û tarîtiyê ronî dikin. Bi vê boneyê ez generalên Apê Mûsa ji ber têkoşîna wan silav dikim. Apê Mûsa, bawer bike pênûsa ku te hiştiye, di destên hevalên jêhatî û xwedî ezmûn berdewam dike.”

Siyasetmedar Gultan Kişanak jî got, “Kevneşopiya Çapemeniya Azad hînî min kir ku bê heqîqet çiqas girîng e. Heqîqet pir bi qîmet e, bi qasî van şehîdên em dibînin. Ji ber vê yekê berdêla wê giran e. Dema ku em wek rêwiyên vê kevneşopiyê derketin rê, me soz da ku ‘rastî di tariyê de nemîne’ û ez dibînim ku îro gelek kesên vê dikin hene. Ez wan hemûyan pîroz dikim.”

XELAT HATIN DAYÎN

Piştre jî Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad Mûsa Anter hatin dayîn.

Di beşa nûçeyan a Tirkî de nûçegihanê T24’ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya “Rêya hilweşînê ya Îliçê: Siyanûr rijand, lîsansa wê nehat betalkirin, deynê wê yê bacê hat jêbirin, qazanca wê zêde bû”, xelat wergirt. Nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babat bi dîmenê “Biaxive, tu ji ku yî?” Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Di beşa nûçegihaniya Kurdî de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn bi nûçeya “Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê” xelat wergirt.

Di beşa Wêneyan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can bi wêneyê ku rewşa sewalên di şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derketî û 6 gund şewitîbûn, hêjayî xelatê hat dîtin. Di beşa Nûçegihana Jinan de jî nûçegihana Karkerên Jin Rahîme Karvar bi rêzenivîsên xwe yên li ser serpêhatiyên jinên kedkar ên çandiniyê hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelata Rûmetê ya îsal ji bo bîranîna rojnamevanên berxwedêr Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrîşa dewleta Tirk de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hat dayîn. Her wiha parêzera mafên jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku Îranê biryara darvekirinê lê birî hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.

PEYAMA PEXŞAN EZÎZÎ HAT XWENDIN

Piştre jî peyama Pexşan Ezîzî ya ji Girtîgeha Êvînê şandibû hat xwendin. Ezîzî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Ev peyam bi silavên min ên şoreşgerî ji Girtîgeha Êvînê ya kela berxwedanê ye bi felsefeya “Berxwedan jiyan e” ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Ez şehîdên Çapemeniya Azad Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Karwan Hewramî û nivîskarên heqîqetê yên di vê rêyê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînim. Bakurê Kurdistanê her tim di berxwedana Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û her tim bûye dengê girtiyan û azadîxwazan. Ez weke kesekî ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dişopînim di duyemîn salvegera şoreşê de vê xelatê diyarî malbata ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikim.”

 Herî dawî Koma Hevra derket ser dikê û stranên xwe got.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
Nûçeya Pişt re Alî Ekber Orûç jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Donald Trump darbe li medya cemaweriyê kir

Rêveberiya Trump xebatkarên Dengê Emerîkayê (VOA), Radyoya Asya Azad û saziyên din ên medyayê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî tecrîda Îmraliyê ji NY’ê re name

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li dijî tecrîda Îmraliyê ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Bi polîtîkaya li dijî Kurdan roj bi roj welêt xizantir kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûner Bakirhan di Lijneya Giştî ya KESK’ê de axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?