Xelkê Hesekê konvoyên ku ji Qamişloyê hatin bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana QSD” û “Bijî Berxwedana YPJ” pêşwazî kir. Di axaftinên dema pêşwaziyê de, hate destnîşankirin ku xelkê Hesekê li gel şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ne.
Di axaftinan de wiha hate gotin, “Bila her kes baş bizanibe ku Hesekê li gel şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ye. Em wekî xelkê Hesekê, li gel her kesên ku li dijî êrîşên çeteyan çek rakirine ne.”
Şervanên YPJ’ê ku pêşwaziya xelkê ku ji Qamişloyê hatin kirin jî daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de hemû şehîdên azadiyê û kesên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hate xwestin. Di daxuyaniya li ser navê YPJ’ê de berxwedana bi rûmet a gelê ku ji hemû bajarên Rojavayê hatine, hate silavkirin û hate destnîşankirin ku gelên çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava li ser piyan in.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Gelê me li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, li dijî êrîşên li ser Rojava bi yek dengî wiha diqîrin, Bijî berxwedana rûmetê ya Rojava.”
Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku li ser gelê Kurd “komployên qirêj” û “planên qirêj” tên meşandin. Hate diyarkirin ku hêzên koalîsyonê û hinek hêzên ku îdia dikin ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, piştgiriyê didin rêveberiya Colanî û hate gotin ku avakirina dewleteke cîhadîst û selefî tê armanckirin û ev helwest hate şermezarkirin.
Her wiha bang li hêzên navneteweyî hate kirin, “Dengê xwe bilind bikin, xwedî li exlaq û hiqûqa xwe derkevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de şervana YPJ’ê wiha xitabê gel kir, “Wê zarokên vî gelî heta dawî li ber xwe bidin û em ê tu car teslîm nebin. Teslîmiyey xiyanet e.”

