Komkujiya li Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê DAÎŞ’ê hate kirin û bûyerên di encama komkujiyê de rû dan, dibin mijar ji berhemên hunerî û wêjeyî re. Yek ji kesên ku li ser fermana 74’an kar kir nivîskar-rojnamevan a Îtalyayê Sara Lucaroni ye. Lucaroni ku piştî êrişên DAÎŞ’ê çû herêmê û karên rojnamevantiyê kir, pirtûkek bi navê ‘La luca du Singal. Viaggo nel genocidio degli Yazidi’ (Ronahiya Şengalê. Rêwîtiya ber bi Qirkirina Êzidiyan) amade kir û pirtûk beriya demeke kurt hate weşandin. Sara Lucaroni têkildarî pirtûka xwe ji ANF’ê re axivî.
Lucaroni destpêkê qala pêvajoya biryardanê ya li ser amadekirina pirtûkê axivî û got, “Dema ku Deşta Nînowayê kete destê DAÎŞ’ê, ya ku herî zêde bandor li min kir ew dîmenê gel bû ku bêyî ku tiştekî wan hebe ji Çiyayê Şengalê dimeşiyan, bêçare direviyan. Ew gel jî gelê Êzidî bû. Meh Tebaxa 2014’an bû.”
Lucaroni diyar kir ku ji hingî ve hewl dide qala vê hindikahiyê bike ku ji aliyê fikrê xwe yê xweşbînî, aştîxwazî, biratiya navbera gelan gelekî bandor lê kiriye.
Têkildarî çavkaniyên xwe yên pirtûkê jî Lucaroni got, “Min tenê çavkaniyên yekser bi kar anî. Pirtûk mîna hevpeyvînekê ye û qala serdana min a destpêkê ya li Şengalê dike. Piştî ku tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê hatin wergirtin min berê xwe da Kurdistana Iraqê û ji bo xwe bigihînim komeke şervan a bi nêrîna Êzidiyan li dijî DAÎŞ’ê şer dikir, bi rê ketim. Min keyayên gund, jinên hatin revandin û piştre rizgar bûn, yên ji komkujiyê rizgar bûn, oldar, dayikên li kampan dimînin û yên hatin revandin, penaberên ku bêhêvî hewl didin ji xwişk û keçên xwe agahiyê werbigirin nas kir. Ev hemû ji bo pirtûka min bûne çavkanî.”
Ji bo pirsa ‘Gelo civaka Êzidî ji aliyê civaka navneteweyî ve bi tenê hatiye hiştin?’ Lucaroni got, “Belê, ji kesên ku li hemberî jin û mêr ên Êzidî sûc kirin ti kes nehatine mehkûmkirin ku ev yek têra vegotina rewşê dike. Tenê Elmanyayê du endamên berê yên DAÎŞ’ê ji ber sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê mehkûm kir. Lê belê piraniya DAÎŞ’î li girtîgehên di bin kontrola Kurdan de ne, hevser û zarokên wan jî li Kampa Holê ya li Sûriyeyê ne. Gelek dewletên rojavayî welatiyên xwe yên sûcdar wernagirin, mehkeme nakin an jî bi rêya burokrasiyeke lawaz vedigerînin welatên xwe. Her wiha li Şengalê hîn jî gelek gorên komî hene ku divê bêne vekirin. 10 sal derbas bûn. Zêdeyî 2 hezar mirov hîn jî winda ne, hejmareke kêm a malbatan li malên xwe vegeriyan. Tenê çend saziyên civakî yên sivîl û weqfan ji bo jinûve avakirinê tiştên şênber kirin. Ev hemû gelekî kêm in.”
Nivîksar Lucaroni destnîşan kir ku Şengal herêmeke stratejîk e û her kes dixwaze ala xwe lê biçikîne û got, “Şengal divê ya wan mirovan be ku bi sed hezaran sal in li wê derê ne: Divê Êzidî û hemû hindikahiyên li Deşta Nînowayê dûrî ji bandora derve karibin li ser çarenûsa xwe bi xwe biryara xwe bidin.
Dawiya dawî divê bibe xwedî hêzeke siyasî. Hinek dibêjin ku divê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bin. Dema ku mirov têkçûna hiqûqa mirovî ya li Xezeyê dibîne, dudil dibin ku ev yek çareserî ye yan na.”
Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî Lucaroni got, “Tirkiye gelekî xetere ye. Li ser gelek senaryoyan dilîze û ti carî garantiyeke siyasî nade. PKK’ê weke dijminekî dibîne ku dixwaze têk bibe. Li Şengalê êrişî gelek sivîlên Êzidî dike ku ne ji ti partî û komeke çekdar in. Ev nêzîkatiya dewleta Tirk bi pirsgirêk e û çareseriya wê jî wê di demeke nêz de nebe.”
Di dawiya axaftina xwe de Lucaroni got, “Şervanên PKK’ê di têkbirina DAÎŞ’ê de xwedî bandor bûn. Li qada şer û piştî şer ji bo misogerkirina ewlehiyê bi lehengî tevgeriyan. Lê belê hemû aktorên li Rojhilata Navîn kar dikin, xiyanet li wan kirin, xiyanetê li wan dikin. Mixabin barê giran ê armanca xwe ya xweserî û serxwebûna xaka xwe bi tena serê xwe hildigirin. Ev rewş yek ji encamên nebaşiya bêdawî ya ruhê mêtingeriya rojava ye ku li vê xakê kiriye.”