Çalakiya ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan ve bi şîara ‘Bila winda werin dîtin, kiryar werin darizandin’ tên lidarxistin, di hefteya 826’emîn de berdewam kir. Çalakî li ber Abîdeya Mafê Jiyanê a li Parka Koşûyolû a li navçeya Rezan a Amedê hate lidarxistin.
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Ender Togcû yê ku di 29’ê Mijdara 1992’yan de li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo hevjîna xwe çû nexweşxaneyê û piştre agahî jê nehate girtin, hate xwendin.
Çîroka Togcû ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Karadeniz ve hate xwendin.
ÊLIH
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Êlihê di çalakiya xwe ya 662’yemîn de li pêşiya Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulîstanê hatin ba hev.
Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Êlihê yên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û rêveberên Şaxa MEBYA-DER’ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez ê ku di 15’ê Cotmeha 1994’an de li navçeya Xozat a Dersîmê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate binçavkirin û piştre bi tu awayî agahî jê nehatî standin, hate pirsîn.
Çîroka Nazim Gulmez ji aliyê rêveberê Şaxa Êlihê ya ÎHD’ê Rêzan Baytar ve hate xwendin.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di 152’yemîn çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Ateş ê ji gundê Marûfan ê navçeya Çelê ya Colemêrgê ye û di sala 1994’an de girêdayî qebûlnekirina ferzkirina sîxurtiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate binçavkirin û pişte hate qetilkirin.
Teksta çapemeniyê ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê Eren Baskin ve hate xwendin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda werin dîtin, kiryar werin darizandin” ji du hefteyan carekê pêk tîne, li ber Sumerbanka berê ya li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘Winda wijdan in, xwedîlê derkeve’ û ‘Kiryar diyar in winda li ku ne’ hatin vekirin. Çalakvana bal kişand ser10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan û hate ragihandin ku wê vê hefteyê sûcên ki dijî mirovahiyê hatine kirin werin vegotin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6’ê Kanûna 1993’yan de di bin çavan de hatî windakirin, hate pirsîn.
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Alî Aydin, aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî.