Di dîrokê de civaka Êzidî bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Yek ji navên ku di van rojên zehmet de bû dengê gelê xwe û pêşengiya wan kir Xatûna Fexra bû. Ew ne tenê rêberek, di heman demê de sembola berxwedanê, dayikek, parêzvanek û temsîla hêza jinê ya bêhempa bû, mîna xwedawendek xwedayî bû.
RÊWÎTIYA PÊŞENG A XATÛNA FEXRA
Xatûna Fexra jineke ku di nava civaka Êzidî de bi wêrekî û jîrbûna xwe dihat naskirin. Ew yek ji mînakên herî mezin bû ku jin di cîhana serdest a mêr de jî dikarin bibin pêşeng. Ne tenê berjewendiyên gelê xwe, di heman demê de ji bo hemû mirovahiyê li pey edaletê bû.
TÊKOŞÎN Û STRATEJIYÊN WÊ YÊN LEŞKERÎ
Xatûna Fexra li hemberî zext û zilma li ser civaka Êzidî serî netewandiye û ji bo azadiya gelê xwe bi cesareteke mezin têkoşiyaye. Xatûna Fexra li hember hewildanên Împaratoriya Osmanî û hikûmetên din ên herêmî yên ji bo islamkirina Êzîdiyan bi darê zorê, li ber xwe da û bi rêyên dîplomatîk û leşkerî ji bo parastina gelê xwe şer kir.
Di warê leşkerî de Xatûna Fexra eşîrên Êzîdî anîne cem hev, îtîfaqên parastinê çêkiriye û li dijî êrîşan berxwedaneke stratejîk birêxistin kiriye. Di pêşengiya wê de şervanên Êzidî bi taktîkên gerîla li hemberî hêzên dijmin bi awayekî serketî parastin kirine. Li herêmên çiyayî bi cih bûne û ji bo parastina gund û cihên xwe yên pîroz yekîneyên parastinê li nuqteyên stratejîk bi cih kirine. Her wiha ji bo jin jî di nava hêzên parastinê de cih bigire, teşwîq kiriye û ji bo ku perwerdeya leşkerî bibînin derfet ji wan re ava kirine. Ev pêngava ku di wê serdemê de hatiye avêtin, mîna şoreşeke mirov dikare bigire dest.
BI TEXMÎNÎ SERDEMA KU JIYAYE
Her çiqas dîroka jidayikbûn û mirina Xatûna Fexra ne diyar be jî, li gorî kevneşopiya devkî û vegotinên olî di navbera sedsalên 13 û 15’an de jiyaye. Xatûna Fexra di baweriya Êzidiyan de weke parastvanê zayin, ducanî, jin û zarokan tê dîtin. Navê wê Xezal e û weke keça Şêx Fexredîn tê naskirin, ku yek ji şopdarên Şêx Adî bû û piştî sedsala 13’yan bandoreke wî ya mezin hebû. Ev benda dîrokî nîşan dide ku serdema ku Xatûna Fexra pêşengî kiriye, serdemên ku civaka Êzidî di bin zilma herî dijwar de bû.
Xatûna Fexra di nav civaka Êzidî de weke xwedawend tê dîtin. Bi taybetî jinên Êzidî xwe weke şopdar û şopînerên wê dibînin û ji aliyê ruhî ve xwe bi wê ve girêdayî hîs dikin. Di bîranîna civakî de weke parêzvana jinê, sembola zayînî û jiyana nû cihê xwe digire. Qubeya Xatûna Fexra bi taybetî ji bo jinan weke cure perestgehekê tê dîtin. Jinên Êzidî ji bo pêkanîna daxwazên xwe, ji bo şîfayê û parastinê serdana vê qubeyê dikin.
Cihên pîroz ên ku jê re hatine diyarkirin hene: Li gundê Magara yê navçeya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê perestgeheke bi navê “Quba Xatûna Fexra” heye. Her wiha cihên pîroz ên bi navê Xatûna Fexra li Xanesor û Laleş a Şengalê û li Çiyayê Persê ya li Qestel Cindo ya li Efrînê jî hene. Ev der ji aliyê gelên li herêmê ve hert im tên ziyaretkirin. Van perestgehan hem di bîra pîroz û hem jî di bîra civakî de cihek kûr digirin ku bawermend lê dua dikin, alîkariyê dixwazin û rojiyê digirin. Li Şengalê yek ji ziyaretgehên pîroz tirba wê ye û ji aliyê bawermendan ve bi rêzdarî tê bibîranîn.
Duaya ji bo Xatûna Fexra bi vî rengî ye:
“Ya Xatûna Fexra, bidî xatirê navê Xwedê û Şîxadî!
Xatûna Fexra, tu werî hewar û gaziya me!
Ya Xatûna Fexra, herî hewara jinê bi hal!
Ya Xatûna Fexra, herî hewara jin, û zarok û tifalan!
Ya Xatûna Fexra, derî li ber me veke!
Ya Xatûna Fexra, tu me ji derê teng derxî!
Ya Xatûna Fexra, tu zarokêt me xweyîkî!
Ya sitî Xatûn, tu îmana me qayîmkî!
Me xwe avêtiye ber te, tu duayêd me qebûl kî!”
Tê gotin ku heta roja me ya îro jî mirîdên Xatûna Fexra hene. Her sal kesên ku ji bo bîranîna wê rojiyê digirin hene û bandora wê ya giyanî bi taybetî di nav jinan de bi xurtî tê hîskirin.
MÎRATEYA LI DU XWE HIŞTÎ
Di roja me ya îro de jî têkoşîn û biryardariya Xatûna Fexra ne tenê di nava civaka Êzidî de, li tevahiya cîhanê ji bo pêşengî û parêzvanên jin dibe çavkaniya îlhamê. Ew ê ne tenê di dema xwe de, di siberojê de jî weke lehengek ku wê nayê jibîrkirin were bibîranîn.
Navê Xatûna Fexra bi ruhê berxwedanê yê gelê ku li gel hemû zilmê li ber xwe daye, tê bibîranîn. Ev jina pîroz a ku îsbata zindî ye ku jin weke şervan, pêşeng û kesayetên manewî dikare cihê xwe li ser dika dîrokê bigire, wê weke yek ji pêşengên jin ên jibîrnekir yên dîrokê di bîranîn û dilê me de bijî.
Îro bi taybetî li Şengalê hêzên parastina jinan ên weke YJŞ’ê di şopa Xatûna Fexra de dimeşin. Li ser rêya ku wê vekiriye, jin ne tenê civaka xwe diparêzin, di heman demê de têkoşîna azadî û wekheviyê jî didomînin. Ev mîrate weke girêdaneke xurt ku pîroziya berê bi berxwedana îro re dike yek û hebûna xwe didomîne.